21:49 25 Gulan 2018
Efrîn-leşkerê tirk

Berpirsên YE: Êrişa ser Efrînê şaşiyeke mezin e nabe Ewropa bêdeng be

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Berpirsên Yekîtiya Ewropayê di axaftinên xwe yên Konferansa Ewlehî ya Munihê de ragihandin ku Efrîn bajarekî dîrokî yê kurdan e û mafê Tirkiyê nîne destwerdanê bike.

Di Konfransa Asayişa Munichê de ku dawî pê hat, şer û geşdanên li Sûriyê û krîza li wî welatî yek ji mijarên sereke yên wê konfransê bû. Amerîka û Tirkiye jî ku du aktorên sereke ne li Sûriyê, helwest û nêrînan wan li ser şer û krîza Sûriyê ciyawaz e û nakokiyên navbera her du aliyan zêde bûne.

Herwiha derheqê êrişa ser Efrînê de, berpirsekî Yekîtiya Ewropayê ragihand ew êriş şaşiyeke mezin e, nabe ku Yekîtiya Ewropayê bêdeng be. Heman berpirs daxwaz dike ku çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyeyê re were dîtin. Berpirsekî din ê almanî jî dibêje ku rewşa li Sûriyeyê encama rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û pirsgirêkên li wê herêmê ne û dide xuyakirin ku ew çavdêriya rewşa li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî dikin.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Parlamentoya Almanyayê, Roderich Kiesewette got: "Ya ku li Sûriyeyê rû dide, nûneratiya hemû arîşeyên li Rojhilata Navîn dike ku çend hêzên ciyawaz rûbirûyê hev dibin. Li aliyekê Amerîka û Tirkiye weke endamên NATO û li aliyê din kurd, ku mafê biryardanê ji wan hatiye zevtkirin. Herwiha çendîn milîsên ciyawaz ên sunî û şîe hene, ku em çavdêriya wan dikin. Îran jî bandora xwe bihêz dike û Îran û Rûsya piştgirî li bihêzkirina Esed dikin."

Endamê Komîteya Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Elmar Brok jî got: "Em li Yekîtiya Ewropayê êrişên Tirkiyê bo ser Efrînê bi dirist nizanin, lê belê Efrîn bajarekî dîrokî yê kurd e ku ji mafê Tirkiyê nîne, destwerdanê li wê derê bike."

 

 

Bi heman mijarî:

Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
Li Efrînê zarokek bi topbaranê hat kuştin, 9 kes jî birîndar bûn
Erdogan û Rûhanî li ser rewşa Efrînê axivîn
Bogdanov: Rûsya amade ye ji bo Efrînê navbeynkariyê bike
Cîgirê De Mistura: Peydakirina rêkeftinekê ji bo Efrînê pêkan e
Etîketan:
Operasyona Efrînê, Elmar Brok, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de