11:48 21 Hezîran 2018
Piştî bombardimana balafirên artêşa Tirkiyê wêrankariya li bajarê Efrînê

Nexweşxaneya Efrînê hejmara sivîlên ku mirine aşkere kir

© Sputnik /
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 10

Li gorî daneyên Birêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ji ber êrişên artêşa Tikiyeyê û çekdarên komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike 170 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê ya Rojavayê hejmara sivîl ên di şerê navbera şervanên YPGê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de bûne qurbanî eşkere kirin.

Li gorî daneyê nexweşxaneya Efrînê, ji ber êrişên asmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê û çend aliyên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, 170 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed ragihand, di encama bombebaran û topbaranan de heya niha 170 kesên sivîl hatine kuştin û 460 kesên din birîndar bûne.

Her wiha Ciwan Mihemed diyar kir ku heftiya borî 111 sivîl hatibûne kuştin ku 26 zarok û 17 jin di nav de bûn, û di nava birîndaran de jî, 60 zarok û 80 jin hebûn.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

YPG: 15 leşker û çekdarên ASAyê hatin kuştin
Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
Êrişî navenda ASAyê kirin: Gelek birîndar hene
Tirkiye: Bikaranîna çekên kîmyewi ne rast in
Gelê Amedê ji bo operasyona Efrînê û beşdarbûna cerdewanan çi dibêje?
Etîketan:
kuştî, sivîl, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de