11:48 21 Hezîran 2018
YPG - HSD Kurdên Sûriyê

YPG: 15 leşker û çekdarên ASAyê hatin kuştin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 50

Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ragihand ku di rûbirûbûna li hember êrîşa artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve 15 leşker û çekdaran hatin kuştin.

Li gorî nûçeya K24ê Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke diyar kiriye ku li gundên Qude yê navçeya Raco şervanên YPGê êrîşî xaleke çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve kir, di encamê de 7 leşker û çekdar hatin kuştin.

Herwiha li gundê Bilêlko yê heman navçeyê jî di şer û pevçûnan de 6 çekdar û leşker hatin kuştin.

Li derdora gundê Dêwa di navbera hêzên YPGê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve şer derket û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Herwiha medyaya Tirkiyeyê jî ragihandibû ku êrişî navenda çekdarên ASAyê kirine û di encamê de jî 5 çekdarên ASAyê, 2 jî leşkerên tirk birîndar bûne.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
Êrişî navenda ASAyê kirin: Gelek birîndar hene
Tirkiye: Bikaranîna çekên kîmyewi ne rast in
PDK-Sê bo Efrînê nameyek radestî NY û Encûmena Ewlehiya Navdewletî kir
Li Koyê pevçûn: 2 kuştî û 2 birîndar
Etîketan:
leşker, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de