15:47 20 Hezîran 2018
Pirtûk

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Sûriye
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 200

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw ji bo Efrînê bi navê ‘Efrîn-grad' helbestek nivîsî. Peşêw di helbesta xwe de dibêje: "Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin, / Ser bilind dikim, / Dibêjim: Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me."

Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê dabû destpêkirin. Herwiha şer û pevçûnên di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk û komên girêdayên wan de dewam dike. Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw ji bo Efrînê helbestek nivisî û li ser malpera xwe ya şexsî parvekir.

EFRÎN-GRAD

Harey F şazdem degate ber giwê
Lirfey agirî zarkî dozex û bonî dûkel dê
Heşta milyon çaw rûwew Rojava n
Çawerêy xor in, lewê we heldê
Hîway caranim be mezadxaney mafî mirov bû

Denawirimewe bête hîmdadim
Deyanpirsî: "Kêy?"
Demgut: "Çiyay min bû penay Nûhî da, min qed û çilî darberûy Mad im…"
Belam, lemew la,
Eger bipirsin le reçelek û binc û binyadim,
Ser bilind dekem,
Delêm: "hawxwênî pilingekanî Efrîn-grad im."

KURMANCIYA EFRÎN-GRADÊ

Gurmegurma F16an tê ber guhê min
Gurra agirê devê dojehê û bêhna dûkelê tê
Heştê milyon çav berê wan li Rojava ye
Li hêviya rojê ne, ji wir hiltê
Hêviya min a berê bi mezadxaneya mafê mirovan bû

Li ber digerim da bête hawara min
Dipirsîn: "Tu kî yî?"
Min digot: "Çiyayê min bû ku bû star bo Nûh, ez bejn û şaxên darberûyên Medan im…"
Lê, jê û pê ve,
Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin,
Ser bilind dikim,
Dibêjim: "Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me."

DERBARÊ ABDULLA PEŞÊW DE

Edîb, wergêr û şa'irê kurd ê gewre Abdulla Peşêw di sala 1946an li Hewlêrê ji dayîk bû. Li Hewlêrê li enstîtûya mamosteyan perwerdehî dît. Di navbera salên 1970-1973an de li Hewlêrê û li gundên Hewlêrê mamostetî kir. Li Enstîtûya Zimanên Biyanî ya Moskowayê (Moris Tores) di beşa îngilîzî û rûsî ya koleja wergerê master kir û 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Moskowayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirt. Ji 1985an heta 1990î li Zanîngeha Alfatih a Tirablusê li Libyayê mamostetî kir. Helbesta wî ya pêşî di sala 1963an de di rojnameya Hewlêrê weşand û dîwana wî ya yekem 1967an li Kerkûkê çap bû. Heta niha 10 dîwanên wî yên esasî çap bûne ku zêdetir bi kitêba xwe ya bi navê 'Birakuji'yê tê naskirin. Abdulla Peşêw li Fînlandiyayê dijî.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
Etîketan:
helbesta kurdî, helbest, Spûtnîk Kurdistan, Abdulla Pashew, Abdulla Peşêw, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de