00:00 23 Sibat 2018
Zindî
    Efrîn

    Ji hikûmeta Sûriyê banga Efrînê: Bila kurd û ereb bibin yek û şerê Tirkiyê bikin

    © AFP 2018/ AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad ragihand ku ew dê her balafira êrîşî ser erda Sûriyê bike bidin erdê û bang kir, bila kurd û ereb bibin yek û bi hêzên Tirkiyê re şer bikin.

    Miqdad di civîneke rojnamevanî de nirxandinên girîng kirin.

    Rayedarê Sûriyeyî bal kişand ser operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê bang li kurd û erebên Sûriyê kir ku li dijî hêzên Tirkiyê bibin yek û şer bikin.

    'AMERÎKA ŞER DIRÊJ DIKE'

    Miqdad herwiha diyar kir ku Amerîka li Sûriyê hewil dide şer dirêj bike û ev polîtîka jî dibe sedema bêhtir windayiyên sivîl ku encamên xerab bixwe re tîne.

    Feysel Miqdad got ku hinek welatên erebî digel Amerîkayê ji bo pêşveçûna hêzên hikûmeta Sûriyê asteng bikin piştgiriyê didin DAIŞê.

    'SÛRIYÊ TI CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR NEANÎNE'

    Midqdad derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê de jî destnîşan kir, artêşa Sûriyê ti caran çekên kîmyewî bikar neanîne û beriya niha bi çavderiya NYyê ew îmha kirine. Midqad îdia kir ku rapora li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rêxistina Mixferên Spî ya girêdayî El Qaîde/Nusrayê ve hatiye amadekirin ku îstixbarata îngilîz û amerîkî piştgiriya wê dike.

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron doh 13ê Sibatê ragihandibû ku, ger bê îsbatkirin Sûriyê çekên kîmyewî bikar anîne, ew dê êrîşê bibin ser.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên Parastinê yên Amerîka û Tirkiyê civiyan
    Sekretêrê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li ser Efrînê axivî
    Endamê Meclîsa PAKê Ermiş hate desteserkirin
    Salih Muslim: Welatek endamê NATOyê sivîlan qetil dike
    Rûsyayê derbarê qeyrana li Behra Spî ya di navbera Tirkiye û Kibrisê de daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de