21:20 18 Sibat 2018
Zindî
    UN Syria envoy Staffan de Mistura speaks during a press conference on the eve of resumption of peace talks on Syria, on February 22, 2017 at the United Nations offices in Geneva

    Nûnerê NYyê: Dawiya rewşa Efrînê ne zelal e

    © AFP 2018/ FABRICE COFFRINI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura di daniştineke Encûmena Ewlekariyê ya li Sûriyeyê de bangî hemû aliyan kir ku bê şert bi hêmînî tevbigerin û teqez kir ku geşedanên niha istiqrarê herêmî tehdîd dikin.

    De Misturayî got: "Pevçûna di ser sînoran re li Sûriyeyê destwerdanên leşkerî ji çend çavkaniyan jî di nava xwe de dihewîne û di asoyê de dawiyeke zelal ji bo Efrînê tine."

    Herwiha nûnerê NYyê got: "Divê hemû alî ji bo parastina sivîlan bê merc rewşê hêmîn bikin û wiha dewam kir: Geşedanên niha istiqrara herêmî tehdîd dike."

    Ji aliyê din ve, De Misturayê diyar kir ku" em nikarin îdîayên bikaranîna gaza klorê li Sûriyeyê vekolin" û destnîşan kir ku "El Nusra li Idlibê çalak e, sivîlan dikuje û binesaziyê tehdîd dike.

    Bi heman mijarî:

    Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
    Lavrov: Amerîka plan dike ku Sûriyeyê dabeş bike, em dê naveroka vê planê bipirsin
    Îran: Amerîka di rêya hinek rêxistinên kurdî de hewl dide Sûriyeyê perçe bike
    Zaxarova: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêziya xaka Sûriyeyê
    Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
    Etîketan:
    Stafaan de Mistura, Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de