22:30 27 Gulan 2018
HSD

HSDê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê red kirin: Em li cihên sivîlan bi cih nabin

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew raportên dibêjin ku hêzên HSDê li herêmên sivîl bi cih dibin da ku şerê hêzên Tirkiyeyê bikin red kirin.

NHB
© AP Photo / Kirsty Wigglesworth, File
Medyaya Tirkiyeyê ragihandibû ku HSDê li cihê sivîlan bi cih dibe.

HSD di daxuyaniya xwe de got ku Artêşa Tirkiyeyê bi van nûçeyan hewl dide ku "behaneyan peyda bike da ku bi balafir û çekên giran taxên bajarê Efrînê û gundên wê yên sivîl li wan dijîn bombebaran bike."

Herwiha HSDê destnîşan kir ku ew dîmena li gel vê raportê jî "xeta pêşî ya eniya şerî ye ku hêzên me li gundên sînorî li dijî Artêş Tirkiyeyê û komên pê re şer dike."

Di berdewamiyê de HSDê diyar kir ku "bi awayekî asayî pevçûn di nava gundan de çêdibin û ew dîmenên derketine jî dîmenên hinek şervanan ku li kolanên gund û bajarokên xwe li dijî êrîşa Tirkiyeyê şer dikin."

Bi heman mijarî:

Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
Lavrov: Amerîka plan dike ku Sûriyeyê dabeş bike, em dê naveroka vê planê bipirsin
‘Li Sûriyeyê ji ber rûdanan rîska şerên nû heye'
Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
Etîketan:
HSD, Efrîn, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de