00:37 27 Gulan 2018
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad

Sûriye: Çi balafira êrîşî serweriya Sûriyeyê bike, em ê bixin

© AFP 2018 / PHILIPPE DESMAZES
Sûriye
Lînkê kurt
0 11

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdadî ragihand ku çi balafira êrîşî serweriya Sûriyeyê bike, ew dê wê balafirê bixin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdadî bangî NYyê kir ku lêpirsînê di kiryarên Amerîkayê de veke û ya dawî tawanbar kir ku îstiqrara Sûriyeyê tehdîd dike û hewl dide serweriya wê têk bibe.

Herwiha rayedarê sûrî Amerîka bi berdana hezar endamên DAIŞê tawanbar kir.

Televizyona Sûriyeyê li ser zarê Miqdadî ragihand ku Amerîka ew endamên DAIŞê li Reqa û Dêra Zorê bi balafiran berdane û got: "Em bangî NYyê û civaka navdewletî dikin ku van kiryarên Amerîkayê vekolin ku armanca wan têkbirina serweriya Sûriyeyê ye."

Miqdad diyar kir ku çi balafira êrîşî serweriya Sûriyeyê bike, ew ê bixin û wiha dewam kir: Ev ne tehdîd e."

Bi heman mijarî:

Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
Îran: Amerîka di rêya hinek rêxistinên kurdî de hewl dide Sûriyeyê perçe bike
Rûsya: Armanca Amerîka li Sûriyeyê ne DAIŞê armanc aboriya welêt e
Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
Etîketan:
NY, Feysel Miqdad, Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de