10:55 22 Gulan 2018
    Rojava

    TEV-DEMê bangî cerdevanan kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî nûçeyên ku cerdevan jî dê tev li operasyona Efrînê bibin, Heyeta Cîbicîker a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) bangî cerdevanan kir û xwest ku tev li "êrîşên li ser Efrînê nebin".

    TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku "armanca Erdoganî ji van êrîşan, biratiya gelan û projeya demokratîka herêmê ne" û wiha dewam kir: Herwiha ev berdewamiya siyaseta Osmanî ye".

    Herwiha TEV-DEMê Serokkomarê Tirkiyeyê bi "fitnekariyê" tawanbar kir û got: "Li Efrînê Erdogan hin kesên ku xwe weke opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin bikar tîne û li dijî Efrînê dide xebitandin. Armanca Erdogan ji vê yekê jî eşkere û zelal e ku di navbera pêkhateya kurd û ereb de tevliheviyan derbixîne û di encamê de aloziya Sûriyeyê dijwartir bike."

    Di berdewamiyê de jî TEV-DEMê got ku birêveberiya Tirkiyeyê hewl dide nakokî û tevliheviya di navbera kurdan de jî derxîne û wiha dewam kir: Ji aliyê Kurdistanî ve jî, Erdogan piştgiriyê dide nakokiyên teorîk û wan kûr dike".

    "TÊKÇÛNA ÇI ALIYÎ JI BO WÎ SERKEFTIN E"

    Ji aliyê din ve, TEV-DEM li ser şerê cerdevanan li Efrînê wiha dewam kir: "Plana şerê dijmin li dijî dijmin dide meşandin û têkçûna aliyekî ji wan ji bo wî serkeftineke erênî ye."

    Di dawiyê de TEV-DEM wiha dibêje: "Em bang li van kesên kurd ên di bin navê (Parêzvanên gundan) de dixebitin dikin ku eger hûn fikr û daxwazên me qebûl nakin, beşdarî şerê Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd jî nebin. Li Efrînê dewleta Tirk têk diçe û hejmara kuştiyên wê zêde dibin û Tirkiye zarokên we ber bi mirinê ve dişîne û ji siyasetên Erdogan re nebin sotemeniya şer.”

     

    Bi heman mijarî:

    'Têkiliyên me û Tirkiyeyê di qonaxek nebaş de ye'
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    Rûsya: Tirkiyeyê hîn xalên çavdêriyê çênekirine
    Hevseroka Kantona Efrînê: Me çend gund ji Tirkiyeyê stendin
    Televizyona îranî cih da îdiaya ‘Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê çekên kîmyewî bikar anîn'
    Etîketan:
    TEV-DEM, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Efrîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de