14:57 26 Gulan 2018
HSD

‘Amerîka li ser formuleke ku HSDê ji dest bernede dixebite'

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Sûriye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 03

Civaknas û mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun rewşa kurdan a li Rojhilata Navîn û tekiliyên Enqere û Amerîkayê ji ajansa Spûtnîk kurdistanê re şîrove kir.

Civaknas û mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun rewşa kurdan a li Rojhilata Navîn û tekiliyên Enqere û Amerîkayê ji ajansa Spûtnîk kurdistanê re şîrove kir. Li Coşkun Amerîka dev ji HSDê bernade û dê formuleke ku Enqereyê qanih bike bibîne.

KURD JI BO KÊM ZIRARÊ JI OPERASYONÊ BIBÎNIN DIVÊ ÇI BIKIN?

Hiqûqnas Prof. Dr. Vahap Coşkun ji bo pirsa ‘kurd ji bo ku ji gengeşiya Sûriyeyê kêm zirarê bibînin divê çi bikin' got: "Mixabin bûyerên Sûriyeyê bi awayekî erênî an jî neyînî bandorê li hemû aktorên li sehayê dike. Niha ji bo kurdan mijara herî girîng operasyona Efrînê ye û dê ev operasyon heta kuderê bidome. Ji bo aqubeta vê operasyonê gelek senaryo têne bilêvkirin. Ev jî bi dêrijbûn û firehiya operasonê ve girêdayî ye, eger operasyon hetanî navenda bajêr û li bajêr şer û pevçûn dewam bike êv dê bibe sedema bûyerên mezin yên wek kuştina însanan û dê operasyon jî dirêjtir bibe."

Prof. Dr. Vahap Coşkun di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo dirêjbûna operasyona Efrînê alternatîfên cuda jî têne axaftin. Yek ji van teslîmkirina Efrînê bo hêzên rejimê ye ku daxwaza rejime jî ev e. Ya din jî li Efrînê avakirina herêma ewle ye ku demek berê li 4 herêmên cuda yên Sûriyeyê jî ev hatibû kirin. Eger ev tiştên ku min gotin pêk werin dibe operasyon di demeke kin de û bi kêmzirarê biqede. Lê ku ev nebe wê operasyon dirêjtir û zirara wê girantir be."

‘DI NAVBERA TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ DE JI XEYRÎ ROJAVA GELEK PROBLEMÊN DIN JÎ HENE'

Civaknas Coşkun di axaftina xwe de ji bo têkiliyen bi problem ê navbera Tirkiye û Amerîkayê got: "Gelek promlem hene. Ji xeyrî problema Sûriyeyê di navbera Enqere û Washîngtonê de çend problemên din jî hene. Tirkiye di mijara operasyona Sûriyeyê de îthamên cidî li Amerîkayê dike, di doza Reza Zarrab de dîsa herdu welat hatibûn beramberî hev. Herwiha di mijara pergala parastina hewayî ya S-400î de jî promlem derketibû. Yanî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ne tenê lihevnekirina Sûriyeyê ye pir alî ye û di gelek mijaran de problem hene."

HERDU WELAT HEWL DIDIN TÊKILIYÊN XWE SERAST BIKIN

Vahap Coşkun di dirêjiya axaftina xwe de got: "Helbet ji aliyekî din ve jî hevdîtinên dîplomatîk didomin. Wek hûn jî dizanin çend roj berê şêwirmendê ewlehî yê netewî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû Enqereyê û piştî hevdîtinê herdu aliyan jî hevkariya stratejîk a navbera xwe teyît kiribûn. Sibê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson dîsa tê Enqereyê û îhtîmale ev pirsgirêj wê li ser maseyê werin nîqaşkirin. Dîroka têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê gelekî kevn e û ev têkilî wê ji nişkê ve jî neyên qutkirin. Raste di mijara têkiliyan de problem hene, lê herdu welat jî wê nexwazin van têkiliyan qut bikin û em dizanin herdu alî ji bo serastkirinê dixebitin."

‘EGER ENQERE Û WASHÎNGTON WERIN BERAMBERÎ HEV DÊ TIFAQA NATO HILWEŞE'

Akademîsyenê kurd di axaftina xwe de got: "Ji aliyê din ve li Sûriyeyê rûbibûna Tirkiye û Amerîkayê nayê wateya ku tenê ev herdu welat tên beramberî hev. Ev herdu welat di nava pergala NATOyê de ne û rûbirûbûna wan tê wateya hilweşandina tifaqa NATOyê. Lewma herdu welat jî wê xwe ji encamên wiha giran biparêzin û mijarê dirêj nekin. Li gor dîtina min wê têkilî normalîze bibin. Herdu alî niha peyvên giran jî ji bo hev bikar tînin, lê ez vê gengeşiya peyvan zêdetir ji bo destxurtkirina li ser masê ya ku dixwazin tavîzan ji hev bistînin dibînim."

‘AMERÎKA LI SER FORMULEKE KU HSDÊ JI DEST BERNEDE DIXEBITE'

Coşkun di dawiya axaftina xwe de got: "Tirkiye di mijara alîkariya Amerîkaya ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de biryara xwe derdixe holê û dibêje ev ji bo ewlehiya neteweyiya welatê min pirsgirêk e. Lê ji aliyê din ve Amerîka jî hebûna xwe ya li Sûriyeyê bi HSDê mimkin dibîne. Li gorî texmînên min Amerîka niha li ser formuleke ku têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re rast bike û HSDê ji dest dernexe dixebite. Di rojên pêş de derbarê van formulan de wê hurgiliyên zelaltir derkevin holê."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Li Dersîmê 4 kes ji parvekirinên Efrînê hatin binçavkirin
Ji meclîsa Almanyayê derbarê Efrînê de 2 raporên cuda derketin
NY hişyarî da Tirkiyeyê ku jîngehên sivîl ên li Efrînê biparêze
Serpil Kemalbay ji ber daxuyaniyên Efrînê hate desteserkirin
Rex Tillerson di derbarê operasyona li dijî Efrînê axivî
CNN ji bo Efrînê: Nehêlin pêşverûtirîn demokrasiya cîhanê bê xeniqandin
Etîketan:
Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, Operasyona Efrînê, Vahap Coşkun, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de