08:05 25 Nîsan 2018
    artêşa sûriyeyê-çemê firatê-

    Dê pergala parkirinê li bendava Rojava were sepandin

    © REUTERS /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeta Enejiyê ya Herêmên Firat û Cezîreyê ragihand ku dê hilberandina elektirîkê ji bendava Rojava (navê berê Tişrîn bû) ya çoltera Kobaniyê dê bi pegala parkirinê were hilberandin.

    Hevseroka Heyeta Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn kenanê ragihand ku pergala parkirinê dê wiha bibe ku jenerator deh saetan werin rawestandin û 14 saetan bê xebitandin.

    Li gorî radoya ARTA fmê, Kenanê diyar kiriye ku" saetên rawestandina hilberandinê dê ji saet 12ê şevê û heta 10ê sibehê dewam bike da ku rêjeya avê ya bendavê bê zêdekirin û hilberandina elektirîkê bo demeke zêdetir pêkan bike."

    Herwiha rayedara lijneyê destnîşan kir ku sedema vê biryarê ew e ku ava ji Tirkiyeyê tê gelekî kêm bûye.

    Lijneya Enerjiyê diyar dike ku mêjera ava çemê Firatê ya ji Tirkiyeyê tê ji 500 metreyên kûb daketiye bo 200 metre kûb.

    Bi heman mijarî:

    'Têkiliyên me û Tirkiyeyê di qonaxek nebaş de ye'
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    Rûsya: Tirkiyeyê hîn xalên çavdêriyê çênekirine
    Rûsya: Hevdîtinên me ji bo enkaza balafira me bi Tirkiyeyê re dewam dike
    Etîketan:
    Firat, Cizîr, Tirkiye, Kobanî, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de