04:03 22 Nîsan 2018
    Qomişlo / Rojava

    Asayîşa Rojava 4 girtiyên ENKSê berdan

    © Sputnik / Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Asayîşa Qamişloyê îro sêşemê çar girtiyên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê berdan.

    Li gorî medyaya herêmî ya Rojava, Endamê Partiya Yekîtî Alan Selîmê ku di 15ê Tebaxa 2016an de hatibû girtin û îro sêşemê hat berdan diyar kir ku ew û sê endamên Partiya Demokratîk a Kurdistanî- Sûriyeyê hatin berdan.

    Di nûçeyê de hat gotin ku navê hersê endamên PDK-Sê wiha ne: Salih Cemîl, Cinêd Seyid Mecîd û Deham Remezan Hesen.

    Selîmî destnîşan kir ku 63 rojan di girtîgeha yek-kesî de maye û Asayîşê ew bi beşdarbûna xwenîşandanên bêruxset de tawanbar kiribû.

    Ji aliyê din ve, Endamê Lijneya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyeyê Silêman Osê bangî asayîşê kir ku girtiyên mayî yên ENKSê jî berde.

    Etîketan:
    Deham Remezan, Salih Cemîl, Cinêd Seyid, Alan Selîm, Qamişlo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de