06:20 21 Gulan 2018
    Efrîn

    CNN ji bo Efrînê: Nehêlin pêşverûtirîn demokrasiya cîhanê bê xeniqandin

    © REUTERS / Ralph Orlowski
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    CNN internationalê nivîseke Rahila Gupta derbarê rewşa Rojava û operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê bi navê ""pêşverûtirîn demokrasiya cîhanê ji dayik bû. Bila nexeniqe" û pesnê pergala ku kurdan li Rojava ava kiriye da û rexne li helwesta Amerîkayê ya li himberî operasyona Tirkiyeyê girt.

    Nivîskarê di axiftina xwe de wiha dibêje: "Lê ev kesên — kurd- yên ku şerekî serkeftî li dijî DAIŞê bi rê ve bir, niha li Efrînê di bin êrîşê de ne. Amerîkaya ku piştgiriya hewayî da şerî, îsbat kir ku hevalbendekî ne cihê baweriyê ye."

    Gupta derbarê mijarê de wiha dinivîse: Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî bi redkirina şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê, destûreke bêsînor daye ku hevalbendê Amerîkayê were bombebarankirin".

    "SIVÎL DIBIN QURBANÊN BOMBEBARANA TIRKIYEYÊ"

    Herwiha nivîskar bi bîr tîne ku raydarên amerîkî gotibû, "em nîgeraniyên meşrû', rexneyan li wan gotinên rayedarên amerîkî digire û wiha dibêje: " Raportên ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li ser wê herêmê derdikevin nîşan didin ku di rastiyê de sivîl dibin qurbaniyên bombebarana Tirkiyeyê ya ketober. "

    Di dawiyê de nivîskar dibêje ku divê giringiyê bidin geşedanên dawî yên di şerê Sûriyeyê de û wiha dewam dike: "Ji ber Efrîn li gel kantonên Firat û Cezîrê, şêwazeke ji jerê ber bi jor ve ya demokrasiyeke rasterast ezmûn dike ku bênîqaş ji pêşverûtirîn pergalê dewletên rojava pêşketîtir e."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em Reqayê rizgarkirî nabînin
    Sûriye: Ji destpêka krîzê vir ve hilberîna petrolê 24 qet kêm bû ye
    Sûriye: Em hebûna leşkerî ya Tirkiyê wek êrîşkarî û dagirkerî dibînin
    Erdogan dê li Soçiyê bi Pûtîn û Rûhanî re hevdîtin pêk bîne: Mijar Sûriye ye
    Sûriye: Em encama lutkeya Soçiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    Etîketan:
    Rex Tillerson, Tirkiye, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de