11:15 19 Sibat 2018
Zindî
    Akademîsyenê kurd Dr. Şêrko Kirmanc

    Akademisyenê kurd: Tirkiye dixwaze kurdên Sûriyeyê ji yên Tirkiyeyê qut bike

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (343)
    0 0 0

    Akademisyenê kurd Dr. Şêrko Kirmanc diyar kir ku piştî şikandina DAIŞê, Tirkiyeyê ji bo tunekirina kurdan stratejiya xwe guherand û got, "Tirkiye dixwaze kurdên Sûriyeyê ji kurdên Tirkiyeyê qut bike." Kirmanc anî ziman ku di şerê Efrînê de serkeftina Tirkiyeyê girêdayî bêdengiya hêzên navdewletî ye û got, "kurd bi yekîtî û berxwedanê tevbigerin."

    Mamosteyê Zanîngeha Utara ya Malezyayê Dr. Şêrko Kirmanc diyar kir ku di destpêka qeyrana Sûriyeyê de Tirkiye gelekî zû li dijî Beşar Esad derket û siyaset û stratejiyeke ji bo vê yekê da ber xwe. Kirmanc ev tişt gotin: "Ji bo vê yekê piştevanî da hemû komên wekî El Nûsra û DAIŞê ku li dijî Esad şer dikirin. Alîkarî û piştevaniya Rûsya û Îranê ya ji bo Esad li Sûriyeyê ew stratejiya Tirkiyeyê şikand. Stratejiyeke din ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî bêhêzkirin û sistkirina kurdan bû. Tirkiyeyê ji bo vê yekê çi bi eşkere çi jî bi dizî piştevaniya DAIŞê kir. Mikurbûna kurd û HSDê ya li gel Amerîka û hevpeymaniya li dijî DAIŞê him Tirkiye xiste bereya DAIŞê him jî siyaseta Erdogan ya li dijî kurdan şikand."

    'LAWAZBÛNA DAIŞÊ YA BI DESTÊ KURDAN TIRKIYE XIST METIRSIYÊ'

    Dr. Şêrko Kirmanc destnîşan kir ku lawazbûna DAIŞê û bidawîhatina wê ya bi destê kurd û Amerîkayê, Tirkiye xist metirsiyê û got, "Ev jî bû sedem ku Tirkiye siyaset û stratejiya xwe biguherîne. Tişta yekem ew bû ku Tirkiye destbirakê Esad bû û ev jî bû binema ku Tirkiye nêzikê Rûsya û Îranê bibe. Armanca Tirkiyeyê ji vê guherînê ew bû ku li ser beşa duyem a stratejiya xwe hûr bibe, ku kurdan lawaz û tune bike."

    'TIRKIYE DIXWAZE KURDÊN SÛRIYEYÊ JI KURDÊN TIRKIYEYÊ QUT BIKE'

    Li gorî Dr. Kirmanc nemana DAIŞê û nêzikbûna Tirkiyeyê ya ji bo Rûsya û Îranê, derfet da Tirkiyeyê ku stratejiya xwe ya duyem ya ji bo destwerdana nav kurdan pêk bîne û ji bo armanca êrîşên Tirkiyeyê ev tişt anîn ziman: "Armanca êrîşên ser Efrînê yên Tirkiyeyê ew e ku kurdan li herêmê nehêle û erebkirin û tirkkirina sînorê li ser Tirkiyeyê pêk bîne û bi vî awayî jî kurdên Sûriyeyê ji kurdên Tirkiyeyê qut bike. Li gorî Tirkiyeyê divê kurd nebin xwediyê stratejiyekê û ji Deryaya Spî dûr bikevin û herwisa dixwaze herêma ji Efrînê digihêje Cerablûsê ji kurdan xalî bike. Eger vê yekê bike wê îcar bi dirustkirina herêma tampon (buffer zone) êrîşê ser konatonên Kobanê û Cizîrê bike. Erdogan dixwaze serkeftineke neteweyî û îslamî bi dest bixe û ji bo hilbijartinên sala dahatû bike sermaye. Ew jî dizane ku tenê bi rêya hestên nasyonalizm û îslamîzmê dikare gelê tirk kontrol bike û dengê wan mîsoger bike."

    'SERKEFTINA TIRKIYEYÊ GIRÊDAYÎ BÊDENGIYA HÊZÊN NAVDEWLETÎ NE'

    Kirmanc parast ku serkeftina Tirkiyeyê girêdayî bêdengiya Amerîka, Ewropa û welatên din ên herêmê yên wekî Îran û Rûsyayê ye û weisa berdewamî li axaftina anî: "Ev hemû hêz niha ji ber çend sedeman bêdeng in. Yek, ne Rûsya ne jî Amerîka naxwaze Tirkiyeyê ji xwe dûr bigirin û biçe aliyê din. Loma jî li hemberî siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi nermî deng derdixin an jî çavên xwe digirin. Duyem, li gorî Amerîka û Rûsyayê îhtimal heye ku Tirkiye li Efrînê beşeke mezin ya paşmaya opozîsyona selefî û tundrew kuştî bide û zirar û ziyaneke mezin bide. Amerîka û Rûsya vê yekê wekî tiştekî nexweş nabîne. Sêyem, di destpêka qeyrana Sûriyeyê de serkêşeyên Tirkiyeyê yên li dijî Rûsyayê ku bi xistina balafireke rûsî rû dan, kêfa Amerîkayê anî ku hez dikir Tirkiye têkeve nav zêlavê û bi zehmet jê derkeve. Efrîn jî ew zêlav e ku Tirkiye ketiyê û Amerîka pê kêfxweş e. Çarem jî, Rûsya û Amerîka pê bawer bû kurd jî heta radeyekê ji xwe re bûn û loma pêwîst e sînorekî deynin. Rûsya bawer dike ku kurd pişta bi Rûsyayê de kir û nêzikî Amerîkayê bû. Amerîka jî dibêje, ‘bila kurd bizanibin eger ne ez bim, kes bergiriya wan nake û nikare bergiriya wan bike.' Rast e, Efrîn herêmeke biçûk e lê ji bo berjewendiya hemû hêzên navdewletî pirszeke gelekî girîng e."

    'GER KERKÛK NEKETIBÛYA WÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBÛYA NIMÛNE'

    Şêrko Kirmanc li ser têkiliya êrîşên li ser Kerkûkê û Efrînê jî got, eger em ferz bikin ku Kerkûk hatibûya parastin û Kerkûk niha neketibûya, îhtimala êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê kêmtir dibû û wisa berdewam kir, "Min ti caran bawer nekir ku Kerkûk were parastin, ji ber ku tenê hêzek dikare bergiriyê bike ku ew jî xwediyê rihê bergiriyê be. YNK û PDK rihê parastinê ji bo kurdan dirust nekir û belkî jî ew rihê bergiriyê yê ku hebû di 26 salên hikumraniya xwe de kuştin. Herhal eger ferz bikin Kerkûk hatibûya parastin û Kerkûk niha neketibûya, îhtimala êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê kêmtir dibû. Ji ber ku ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bibûya nimûne. Tirkiyeyê bawer dikir ku Efrîn wekî Kerkûkê pareyekî hêsan e û bi hêsanî qut bike. Neketina Kerkûkê wê niha di berjewendiya kurdan de bûya û Tirkiye ji bo êrîşên li ser Efrînê wê du caran bifikiriya."

    'BEŞEKE HÊZÊN CÎHANÊ KURDAN WEKÎ ŞERKER DIBÎNIN'

    Şêrko Kirmanc di warê rola hêzên navdewletî ya şerê li Efrînê de jî diyar kir ku hêzên navdewletî dikare wekî du bereyan werin dabeşkirin û got, "Yek ji wan Îran û Rûsya ye ku heta radeyekê beşdarî operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê bûne. Beşeke din ya hêzên dinyayê jî ji bo êrîşên li ser Efrînê nîgeran in û bi awayekî bêdeng be jî şermezar dikin. Ji ber ku ew kurdan di şerê cîhanê yê li dijî terorîzma DAIŞê de wekî hêza şerker dibînin. Di heman demê Amerîka û Ewropa ditirsin ku şerê navbera kurd û tirkan bibe sedema serhildana komên wekî DAIŞê."

    'DIVÊ DI NAV KURDAN DE YEKÎTÎ Û BERXWEDAN HEBE'

    Akademisyenê kurd Kirmanc ji bo helwesta kurdan ya li dijî êrîşên delweta tirk ên li ser Efrînê bal kişand ser yekîtiya kurdan û ev tişt gotin: "Divê bersiva vê pirsê bi şêweyekî were dayîn ku yek jê yekîtî ye, yek jî berxwedan e û hêja ye tezek li ser were nivisîn. Divê em gelekî li ser nebûna yekîtiya kurdan bipeyivin. Sedema sereke ya li pişt ketina Kerkûkê jî ev e. Ji bo vê yekê tişta sereke divê yekîtiya xurt ya nav kurdên Rojava be. Lê mixabin hebûna hinek kom û aliyên ku li dijî PYD, YPG û HSDê helwestê nîşan didin, cihê metirsiyê ye. Divê kurd û kurdistanî di vê pêvajoyê de hemû kêşe û nakokiyên xw ebidin aliyekî û çi rasterast çi jî ne rasterast bibin beşek berxwebana Efrînê. Ji bo vê yekê kurdên ku dikarin bi awayekî rasterast beşdarî berxwedanê bibin, divê beşdar bibin, kurdên jî dikarin alîkariya aborî peşkeş bikin. Nîşandan piştevaniya manewî girîng e. Kurdistaniyên li derveyî welêt jî ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê fişarê li hikûmetan bikin û komelkujî û wêrankirina dewleta tirk eşkere bikin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (343)

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: Tirkiyeyê hefteya borî agahî ji bo operasyona Efrînê dan
    Salih Muslim li Brukselê ji bo Efrînê civînê li dar dixe
    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket
    Parlamenterê PDKê: Armanca me ya ji bo Efrînê û Rojava piştgiriya siyasî û madî ye
    Heyeta Parlamanetoya Kurdistanê bo Efrînê: Em ê piştgiriyê bidin
    Etîketan:
    kurdên Sûriyeyê, qutkirin, Akademisyenê kurd, Dr. Şêrko Kirmanc, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de