17:35 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    Artêşa Tirkiyeyê derdora nexweşxaneya navenda Efrînê topbaran kir

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 02

    Artêşa Tirkiyeyê îro navenda bajarê Efrînê topbaran kiriye ku di encamê de 3 kes birîndar bûne. Li gorî medyaya herêmî, kesek hatiye kuştin û du birîndar bûne.

    RTyê ragihand ku topxaneya Tirkiyeyê îro sêşemê sê top avêtin derdora nexweşxaneya li navenda Efrînê û di encamê de sê kes birîndar bûn.

    Ji aliyê din ve, SANAyê ragihand ku Tirkiyeyê êrîşên xwe li ser Efrînê zêde kirine ku di encama bombebarankirina xanî û binesaziyên giştî de hinek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

    Herwiha aktivîstên mafên mirovan ragihand ku helîkopterên Artêşa Tirkiyeyê gundê Demilyeyê ya navber Raco û Şêx Hedîdê bombebaran kiriye û di heman demê de topxaneyê jî heman gund toparan kiriye.

    Ji aliyê din ve, ANHAyê ragihand ku di encama topbaranê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û du kes jî hatine kuştin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê sûrî: Hevdîtin bi YPGê re ji bo şandina artêşê bo Efrînê dewam dikin
    Ji Efrînê çend wêneyên balkêş
    Birêveberiya Efrînê derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek da
    Sibe şandeke Parlemana Kurdistanê serdana Efrînê dike
    Etîketan:
    Dimilye, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de