07:44 20 Nîsan 2018
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov

    Rûsya: Amerîka hestên cudaxwazî yên kurdan geş dike

    © Sputnik / Alexey Filippov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov li ser ragihandina federasyonê ya kurdên rojava got, hestên cudaxwaziyê yên kurdan ji ber ‘çalakiyên bêkêr yên Amerîkayê’ tên gurkirin.

    Bogdanov ji bo rojnameya Izvestiyayê li ser pêvajoya cudabûnê ya li Sûriyeyê ev tişt gotin, "Li gorî nirxandinên me berpirsyariya helwestên cudaxwaz ên hinek kurdan, beriya her tiştî, çalakiyên bêkêr ên Amerîkayê ye."

    Nûnerê Putin di berdewamiya axaftina xwe de ji bo sedema vê yekê got, "Ji ber ku amerîkayî di hişê kurdên li Sûriyeyê de fikra, ew çi bikin bila bikin, dê bin parastin û hîmayeya Amerîkayê de bin avakiriye."

    Mihail Bogdanov li ser pirseke din jî got, ji bo Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji peywirê were girtin, divê mixalîfên Sûriyeyê beşdarî hevdîtinan bibin û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de beşdarî hilbijartinên giştî bibin.

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê serokwezîrê berê yê tirk: Ji bo Tirkiyeyê mijara krîtîk êdî kurd in
    Serokê Bizutneweyî Îslamî: Divê kurd hêviya dilovaniyê ji dijminê xwe nekin
    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!
    Li bajarê Xaneqînê 10 xortên kurd hatin kuştin
    Kendal Nezan: Kurd ji helwesta Rûsyayê xemgîn û dilgiran in
    Bûbê Eser: Divê kurd bê mijiyê rêxistinî Efrînê biparêzin
    Etîketan:
    hestên cudaxwaziyê, kurdên Sûriyeyê, Cîgirê Wezîrê Karên Derv yê Rûsyayê, Mihail Bogdanov, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de