19:32 20 Nîsan 2018
    Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd

    YPG: Armanca Tirkiyeyê ku beşekî Sûriyeyê wek Qibrisê û Îskenderunê dagir bike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya DYAyê Pentagonê ji bo perwerdekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 300 milyon û ji bo avakirina hêzên ewlehiya sînor jî 250 milyon dolar ji bûdçeya sala 2019an terxan kir. Derbarê mijarê de Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Sputnikê re diyar kir ku ew parçekirina Sûriyeyê naxwazin.

    Hikmet Durgun

    Wezareta Parastinê ya DYAyê Pentagon ji bo piştgiriya YPGê 550 milyon dolar ji budçeya 2019an terxan kir. Li ser mijara bûdçeya Pentagonê Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Sputnikê re ragihand ku parçebûna Sûriyeyê naxwazin û got: " DYAyê berê jî ji bo aramiya Sûriyê û têkoşîna dijî DAIŞê ji budçeyê pere veqetandibû û ji raya giştî re jî ragihandibû. Lê nizanim çiqas pere terxankiriye. Ji aliyêdin ve fikra me ya parçekirina Sûriyeyê jî tune ye. Armanca operasyona dijî Efrînê ya Tirkiyeyê ew e ku alîkariya stratejîk ya DYAyê ya ji bo HSDê bide qut kirin û DAIŞê dîsa zindî bike."

    Pentagonê di sala 2018an de bo dijî têkoşîna DAIŞê ji budçeyê 500 milyon dolar veqetandibû. Her wiha Pentagonê ji bo sala 2019an hejmar derxist 550 milyon dolarî û ji bo alîkariya amûrên leşkerî û perwerdekirina peşmergeyan jî 850 milyon dolar terxankir.

    'EM ÇEKÊN KU TIRKIYE DAYE RÊXISTINÊN TERORÎ EM JI BAZIRGANAN DIKIRIN'

    Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd bersiva pirsa îdiayên ku YPG çekên Amerîkayê dane HSDê li Efrînê bikar tîne da û wiha got: "Em Çekên DYAyê li Efrînê bikar naynin. Em bi çekên xwe yên berê têkoşîna xwe didin. Çekên ku Tirkiyeyê li Idlib, El Bab, Cerablûs û Azezê daye rêxistinên terorî bi pereyan ji bazirganan dikirin û bikartînin. Îro jî bi wan çekên ku me ji bazirganan kiriye li hember rêxistinên terorî û dewleta Tirkiyeyê şer dikin.

    'EM PARÇEKIRINA SÛRIYÊ NAXWAZIN'

    Li ser pirsa gelo DYAyê bi plana budçeyê dibe ku dewletek serbixwe li Sûriyeyê ava bike û hûn li dewletek serbixwe çawa dinirxînin Nûrî Mehmûd got: "Wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Hevpeymanê û DYAyê ji bo aramkirina Sûriyeyê hevakriyê dikin. Parçekirina Sûriyeyê ne em dixwazin û ne jî yên ku bi me re hevkariyê dikin dixwazin."

    Her wiha Nûrî Mehmût destnîşan kir ku, "îstîkar û aramiya Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê binpekirin. Armanca dewleta tirk ew e ku Sûriyê parçe bike û wek İskenderun û Qibrisê perçeyekî Sûriyê dagir bike.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Tirkiye piştî derbeyên giran dixwaze planên nû pêk bîne
    YPG: Tirkiye li bendê bû ku Efrînê di hefteyekê de bigirta
    YPG: Hevkariya me ya bi Amerîkayê tenê têkoşîna li dijî DAIŞê ye
    YPG rewşa dawiya şerê Efrînê ji Sputnikê re ragihand
    Etîketan:
    DYA, HSD, Pentagon, YPG, Nûrî Mehmûd, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de