17:19 24 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê

    Parlamenterê PDKê: Armanca me ya ji bo Efrînê û Rojava piştgiriya siyasî û madî ye

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Parlamneterê KDPê û Serokê Heyeta Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya çû Efrînê, Elî Halo derbarê rewşa Efrînê de diyar kir ku divê hemû partiyên kurdan hemû nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û yekîtiya xwe ava bikin. Halo got, “Divê hemû hêz û partiyên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya Efrînê û berxwedana wê ya dîrokî bikin.”

    Parlamenterê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û serokê heyeta Parlamentoya Herêma Kuridstanê ya çû Efrînê Elî Halo di axaftina xw eya ji bo ajansa ANHAyê de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û got, "Efrîn bi balafiran tê bombebarankirin, her wiha bi top û çekên herî giran tê topbarankirin, dewleta Tirk êrîşan li dijî Efrînê pêk tîne. Êrîşa dagirkerên Kurdistanê li ser gelê kurd pêk tê. Beriya Efrînê referandûm li Kurdistanê pêk hat û piştî referandûmê bajarê Kerkûkê û herêmên din yên Başûr ji aliyê Iraqê ve hatin dagirkirin. Herwisa li Bakur jî bûyerên kuştin, girtina parlamenter û çalakvanên siyasî pêk tên û li Rojhilat jî her roj kurd tên bidarvekirin."

    Halo bal kişand ser berxwedana Efrînê û diyar kir ku ev berxwedan ji berxwedana Vîetnam û Stalîngradê xurtir e: "Ew herêm wekî Efrînê di çemberê de neman, Efrîn ev çend sal in di çemberê de ye, navlêkirina Berxwedana Serdemê di cih de ye."

    'DIVÊ HEMÛ PARTIYÊN KURDAN NAKOKIYÊN XWE YÊN NAVXWEYÎ BIDIN ALIYEKÎ'

    Parlamenterê KDPê Halo di axaftina xwe de bang li hemû partiyên kurdan kir û got, "Eger partiyên siyasî û rêxistinên kurd yên li tevahiyê Kurdistanê dixwazin bi rûmet û azadî bijîn û careke din dîroka bi êş li gelê kurd venegere, divê nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û yekîtiya xwe ji bo hebûna gelê kurd biparêzin. Divê hemû hêz û partiyên siyasî yên kurd û rêxistinên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya Efrîn û berxwedana wê ya dîrokî bikin."

    Elî Halo ragihand ku armanca wan ya sereke ji bo birayên me yên Efrînê û Rojava pêşkeşkirina piştgiriya siyasî û madî ye û got, "Dengê berxwedana zarok û dayikên Efrînê yên ku her roj ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên qedexekirî tên qetilkirin bighînin cîhanê."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket
    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze
    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    TSK: Ji destpêka operasyona Efrînê û heta niha bi tevahî 31 leşkeran can da
    YPGê bangî cerdevanên dibe ku beşdarî şerê Efrînê bibin kir
    Etîketan:
    armanc, piştgirî, Parlamenterê PDKê, Elî Halo, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de