15:32 21 Gulan 2018
    Neteweyên Yekbûyî NY

    Ji NYyê hişyariyeke nû bo Sûriyê

    © AFP 2018 / Fabrice Coffrini
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kordînatorê Alîkariyên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Elî el-Zatarî bi daxuyaniyeke nivîskî li ser xerabûna rewşa Sûriyê ji ber şer û pevçûnan hişyarî da.

    Zatarî bal kişand ser ku ji 6ê Sibatê ango ji bangewaziya bo agirbesta mirovî heta niha, rewş li Sûriyê her ku diçe xerabtir dibe û da xuyakirin, bi sedan sivîlan can daye, gelek kes ji cih û warên xwe bûne û navendên tenduristiyê jî tê de gelek ziyan gihîştiye jêrzemîna sivîl.

    Zatarî li ser vê rewşê got, "Em şahidiya şer û pevçûnên herî xedar ên heta niha rû dane dibin."

    Ji aliyê din Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric jî di civîna rojane ya rojnamevanî de ragihand ku zêdebûna rageşiya li Sûriyê alarmê dide.

    Herwiha bang li hemû aliyan kir ku ji dawîanîna şer li gor hiqûqa navnetewî û biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tevbigerin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê hollandî mikur hat ku gotina ‘Min bi Pûtîn re hevdîtin kir’ derew e
    Li Idlibê wesayîta bombebarkirî hat teqandin: 9 mirî, 14 birîndar
    Trump: Me 7 trîlyon dolar ji bo Rojhlita Navîn xerc kiriye, ev şaşiyeke mezin e
    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket
    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Li Sêrtê cûreyeke nû ya nebatan hat keşifkirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de