07:52 20 Nîsan 2018
    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê

    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Herdu partiyên kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wehde) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) ku xwestin, bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî êrîşên ser Efrînê helwest bigirin, ji ber helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) bi ser neket.

    Partiya El-Wehdê û Partiya Pêşverû biryar dabûn ku bi partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê re werin ba hev û daxuyaniyeke hevbeş li dijî êrîşên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê derxin.

    Hat ragihandin ku ev hewldana herdu partiyan bi ser neketiye û PDK-Sê bi sedema ku ew herdu partî ji Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) cuda bûne bi wan re li ser daxuyaniya hevbeş lihev nekiriye.

    ‘PDK-SÊ BIRYAR DAYE BI ME RE RÛNENE'

    Li gor nûçeya K24ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya El-Wehdê Mistefa Meşayix got: "Hevalên PDK-S biryar dane ku bi me re rûnenin û ji ber vê yekê ev destpêşxerî biser neket. Ev dem ne dema nakokiyan e. Hêviya me ew e, ku yekrêziyek çê bibe û ti pirsgirêk li cem me tune ye eger em ji derveyî vê yekrêziyê bin, lê emê herdem piştgiriya yekrêziya Kurdî bikin."

    PDK-S: HIN PARTÎ DIXWAZIN XWE HELAL BIKIN

    Li ser mijarê Berpirsê Rêvebiriya Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl da xuyakirin: "Em amade ne ji bo hemû destpêşxeriyên nêzîkatiyê bikin, lê hin alî û partî êrîşên li ser Efrînê dikin bahane ji bo berjewendiyên xwe. Ev kesên ku doza yekrêziyê dikin, diviyabû ku rêzirtina biryarên ENKSê bigirtana û ji ENKSê bixwe derneketana û biryarên ENKSê li erdê nexistina. Ew dê ji ENKSê derkevin û kiryarên xirab bikin û li dawiyê bibêjin ku em yekîtiya Kurdî dixwazin. Di vê rewşa teng û êrîşa li ser miletê dibe de, hin partî dixwazin xwe helal bikin û ev ne yekrêzî ye."

    Bi heman mijarî:

    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze
    Li Sêrtê cûreyeke nû ya nebatan hat keşifkirin
    'Pentagon herî zêde girîngiyê dide reqabeta bi Çîn û Rûsyayê re'
    Pûtîn û Trump axivîn: Mijar Filîstîn û Îsraîl bû
    Kremlin: Pûtîn serma girtî ye lê di xebatên xwe de berdewam e
    Etîketan:
    Pêşverû, El-Wehdê, PDK-S, ENKS, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de