04:19 20 Nîsan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Operasyona li hember Efrînê ket roja 23yan. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)derbarê wendahiyan de agdaxuyaniyek da: Bi tevahî 862 kuştiyên dewleta Tirkiyê hene.

    NHB
    © AP Photo / Kirsty Wigglesworth, File
    Di daxuyaniyê de balê kişandine ser ku ji destpêka operasyonê heta îro, qismek ji wan zaro, bi tevahî 180 kesên sivîl hatine kuştin, bi tevahî 413 kes jî birîndar bûne. Navê birîndaran hemû di lîsteya nexweşxaneya Efrînê de tomarkirî ye. Di daxuyaniyê de jimara windahiyên YPGê 98 hatiye dayin.

    Daxuyanî di derbarê windahiyên dewletê de jî van agahiyan daye: Di encama şerên di navbera YPG û hêzên devleta tirk da, heya îro 862 kes mirine. Di derbarê êrişan de jî anîne ziman ku bi tevahî 668 êrişên hewayî hatine kirin. Bi bafirokan jî 16 êriş hatine kirin.
    Di derbarên têkbirina wesaîdên şer jî van agahiyana hatine parvekirin: Di operasyona li ser Efrînê de du bafirok û Dironek (navgînên bê pîlot) hatine xistin. 51 wesaîdên ku di nav wan de tang, panzêr, erbeyên leşkeri jî hene hatine ruxandin.

    Bi heman mijarî:

    'HSD jî li hemberî hemleyên Tirkiyeyê hemleyan dike'
    HSD: Şêxorze ji destê Artêşa Tirkiyeyê hat derxistin
    HSD: Me NHByeke Tirkiyeyê xist
    HSD: Artêşa tirk û ASA li Girê Qestel têkşikiyan û vekişiyan
    Etîketan:
    QSD, daxuyanî, Efrîn, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de