06:27 21 Gulan 2018
    HSD

    Berdevkê Hevpeymaniyê: HSD bi hezaran DAIŞî girtine

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand ku HSD bi hezaran DAIŞî girtine ku bi hezaran ji wan ên welatên cuda ne.

    AFPê ragihandibû ku Amerîka bangî welatên hevalbend dike ku alîkariyê bidin da ku bi wan endamên DAIŞê yên biyanî yên ku roj bi roj zêde dibin û ji aliyê HSDê ve tên girtin bidin û bistînin û xwest ku bo welatên xwe werin vegerandin da ku li welatên xwe bên darizandin.

    ​Dillon li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk Niha bi hezaran DAIŞî girtine  u bi sedan şervanên biyanî yên welatên cuda di nav wan de hene."

    Rayedarê hevpeymaniyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "HSDê rê li ber gelek terorîstên tundrew girt ku vegerin welatên xwe û êrîşan pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    HSD û artêşa Iraqê ji bo ewlehiya sînor navendeke kordînasyonê ava kirin
    HSD: Em tev li Artêşa Sûriyeyê nabin
    HSD amarên şer ragihandin
    Etîketan:
    HSD, Ryan Dillon, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de