13:59 25 Nîsan 2018
    YPG Haseke

    'Amerîka budçeya YPGê zêde kiriye û avakirina artêşa Rojava berdewam dike'

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Nivîskarê tirk Serdar Turgut di nivîsa xwe de behsa raportekê dike ku bo Kongreya Amerîkayê hatiye pêşkêşkirin û dibêje ku "Amerîka bi fermî beşdar nebe jî hîn jî tev li avakirina artêşke li Rojava dibin ku niha 14 kampên wan hene û herwiha budçeya ji bo YPGê hatiye veqetandin jî bûye 500 milyon dolar."

    Turgut behsa raportekê dike ku hûrgiliyan derbarê Têkiliyên YPG û Pentagonê de dide û îdîa dike ku ya dawî 500 milyon dolar ji bo YPGê veqetandine.

    "ALÎKARIYA AMERÎKAYÊ JI BO YPGÊ ZÊDETIR BÛYE"

    Nivîskarê tirk behsa wê raporta Inspector General(IG)(mufetiş)dike ya ku bo Kongreya Amerîkayê tê pêşkêşkirin û dibêje ku Amerîkayê îsal 500 milyon dolar pere ji bo YPGê veqetandine lê belê ev alîkarî îsal bi qasî 70 milyon dolarî zêde bûye, ji ber par 430 milyon dolar hatibû veqetandin.

    "CÛREYÊN ALAVÊN AMERÎKA JI YPGÊ RE DIŞÎNE, HATIYE GUHERTIN"

    Herwiha Turgut di wê nivîsa xwe de dibêje ku li gorî wê raportê, êdî cûreyên alavên leşkerî yên ji YPGê re tên şandin tê guhertin ji ber ku li gel DAIŞ bi temamî bi dawî nebûye jî, lê dîsa qonaxa pevçûnên giran hatiye derbaskirin û êdî ev qonax bêtir ji girtina herêmên rizgarkirî û îstiqrarkirina wan e, lewra pêwîst e ku taybetmendiyên wan çekên nû tên şandin bi rewşa nû re guncav bin.

    "AMERÎKA ANTÎTANKAN JÎ DIŞÎNE"

    Di berdewamiyê de Turgut wiha dibêje: "di nav wan alavên ku tê plankirin bên şandin de, navgînên leşkerî, moşek, moşekên antî-tank û tivingên reşaşê".

    GELO BI RASTÎ JÎ AMERÎKA DÊ ÇEKAN NEDE YÊN DIÇIN EFRÎN?

    Nivîskarê tirk balê dikişîne ser wê xalê jî ku raport teqez dike ku Amerîka dê çekan nede wan kesên ku diçin Efrînê ku niha Artêşa Tirkiyeyê operasyonê li wê derê li dijî YPGê dike û wiha dewam dike: "Lê mirov nizane bê ev tişt çiqasî rast e û ne diyar e bê gelo ji bo nermkirina bertekên ji Tirkiyeyê werin hatiye gotin an na."

    Turgut balê dikişîne ser wan çekên Amerîkayê dabûn Iraqê û dibêje ku Amerîkayê kontrola çekan ji dest daye, ji ber ew çekên ku wan dabûn Iraqê ketin destê milîsên şîî yên ku Îran piştgiriya wan dike û wiha dewam dike: Gava rewşa dawî wiha be, daxuyaniyên ku Amerîka dê çekên di destê YPGê de kontrol bike, bêwate dimînin."

    "KOLEJA PERWERDEKIRINA SERPELAN JÎ LI ROJAVA HEYE"

    Turgut îdîa dike ku li gorî raportê, Amerîka bi awayekî fermî tev lê nebe jî, lê dîsa jî bi awayekî tev li avakirina artêşekê li herêmê dibe û wiha dibêje: "Li rojhilatê Firatê, 14 kampên perwerdehiya leşkerî hatine damezirandin û heta kolejek heye ku serpelan perwerde dike."

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Min ji Tillerson re got, bi devê YPGê ne axive
    ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
    YPGê îdîayên derbasbûna Artêşa Tirkiyeyê red kirin
    Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya Sûriyê û artêşa YPGê
    Orgeneral Akar: Emê destûrê nedin çekdarkirina YPGê
    'Amerîkayê ji bo YPGê moşek şandin'
    Etîketan:
    YPG, Sûriye, Amerîka, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de