16:47 19 Sibat 2018
Zindî
    Hesekê- Rojava - YPG

    ENKSê helwesta xwe ji bo tawanbarkirina PYDê bi terorê eşkere kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 90

    Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê ragihand ku li gel nakokiyên wan û Partiya yekîtiya Demokratîk(PYD) jî lê dîsa ew li dijî wê ne ku PYD bi terorê were tawanabarkirin.

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Serkirdeyê ENKSê Muhsin Tahir got: em bi daxuyaniya îtîlaf(dijberiya Sûriyeyê) şermezar dikin ku PYD bi terorê tawanbar dike."

    Tahir wiha got: Helwesta me zelal e… PYD partiyeke siyasÎ ye û ne terorîst e, li gel ku nakokiyên siyasî di navbera me de hene."

    Herwiha Tahirî wiha berdewam kir: Endamên ENKSê li dijî wê derketin û ji ber wesifkirina PYDê bi terorê ji civîna îtîlafê vekişiyane".

    ENKS ragihandibû ku piştî helwestên îtîlafê ji operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê,  endamên wan ji rûniştineke asayî ya îtîlafê vekişiyabûn."

    Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlaf) piştgiriyê dide operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Nabe ku PYD beşdarî Civîna Astanayê bibe
    PYD kongreya xwe ya 7mîn li dar dixe
    PYD: Baştir e ku Amerîka zêdetir li Sûriyeyê bimîne
    Canikli: Her dera ku PKK, PYD, YPG lê yê armanca me ye
    'Hesasiyeta me ya PYD û YPGê diyar, Rûsya jî vê yekê baş dizane'
    Kremlînê ji bo daxuyaniyên Erdogan yên derbarê PYD û YPGê de daxuyaniyek da
    Rayedarekî PYD: HSD heye beşdarî artêşa Sûriyê bibe
    Etîketan:
    ENKS, PYD, Muhsin Tahir, TIrkiye, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de