14:41 22 Gulan 2018
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

    NY: Divê rageşiya li ser sînorê Sûriyeyê demildest bê kêmkirin

    © AP Photo / Khalil Senosi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku piştî qeyrana balafiran a di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Antonio Gutteres bangî herdu aliyan kiriye ku rageşiya di navbera herdu welatan de kêm bikin.

    Li gorî AFPê, berdevkê NYyê Stephane Dujarric diyar kiriye ku Guterres bi nîgeranî li wê rageşiya leşkerî dinere ya ku li ser sînorê Sûriyeyê diqewime û bangî hemû aliyan kiriye ku bê merc rageşiyê kêm bikin.

    Îsraîlê duh ragihandibû ku navgîneke hewayî ya bêmirov ya leşkerî ya îranê qada wan a hewayî bin pê kiriye û wan jî lê daye.

    Herwiha Sûriyeyê jî ragihandibû ku wan jî balafireke şerî ya Îsraîlê xistiye ku qada Sûriyeyê ya hewayî bin pê kiriye û Îsraîlê jî ev agahî piştrast kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Holandayê balyozê xwe yê Tirkiyeyê bi fermî kişand
    ‘Cilên jinan li xwe dikin û direvin Tirkiyeyê'
    HSD: Şêxorze ji destê Artêşa Tirkiyeyê hat derxistin
    Artêşa Tirkiyeyê li Idlîbê rastî êrişê hat: 1 kuştî û 6 birîndar
    YPJê nûçeyên medyaya Tirkiyeyê red kirin: Me moşek neavêtine Tirkiyeyê
    Etîketan:
    NY, Stephane Dujarric, Antonio Guterres, Îran, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de