04:05 22 Nîsan 2018
    Helîkopter

    HSD: Me ne helîkopterek lê du helîkopter xistine

    © Foto : AA/ Erçin Top
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ragihand ku "hêzên wan duh şemiyê ne helîkopterek tenê lê du helîkopterên Artêa Tirkiyeyê xistine.

    Li gorî daxuyaniya HSDê, "duh hêzên me du helîkoptereên Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê xistine ku me xistina helîkopterekê ragigandibû û dewleta Tirkiyeyê jî ew tişt qebûl kiribû.

    HSD di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: "Piştî pêwendîdanîna li gel fermandarên li eniyên şerî û ragihandina Tirkiyeyê ya ku 11 leşkerên wan îro hatine kuştin, ji me re hat piştrastkirin ku ew helîkoptera hatibû xistin û belgekirin ya êrîşê bû û muretebata wê ji fermandar û guleavêjekî pêk tê. Lê şervanên  me li ser heman mihwerî, helîkoptereke skorski ya leşkeran dibe xistiye û 9 leşker tê de bûn ku hemû jî hatin kuştin. Bi vî aayî hejmara kuştiyan 11 ne wek medyaya Tirkiyeyê ragihand".

    ARTÊŞA TIRKIYEYÊ: 11 LEŞKERÊN ME HATIN KUŞTIN

    Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyeyê duh xistina helîkopterekê piştrast kiribû û ragihandibû ku 2 leşker tê de hatibûn kuştin û diyar kiribû ku li gel wan herdu leşkeran, di operasyonan de 9 leşkerên din jî di heman rojê de hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistanê petrol radestî Iraqê kir, lê pereyê petrolê dîsa nayê dayîn
    Li Sûriyeyê balafireke Îsraîlê hat xistin
    Amerîka: Heşda Şeibî tankên me bi kar anîn
    Tirkiye: 10 hezar û 79 kes ji ber doza PKKê girtî ne
    Îsraîl: Me li 12 hedefên Sûriyeyê û Îranê da
    Zaxarova: Gotinên dijberiya Rûsyayê yên Amerîkayê xebatan asteng dike
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiye, HSD, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de