01:08 26 Nîsan 2018
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê

    Rojnamevana amerîkî: Qonaxeke nû ya şerî dest pê dike

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskar û rojnamevan Gayle Tzemach Lemmonê li ser kanala PBSyê ragihand ku piştî şerê DAIŞê ber bi bidawîbûnê ve hat, êdî qonaxa şerekî nû li Sûriyeyê dest pê kir.

    Lemmonê beşdarî bernameyekê derbarê rewşa Sûriyeyê ya dawî û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bû.

    Gayle Tzemach Lemmonê diyar kir ku berê DAIŞ hebû û ew jî neyarekî hevpar bû wiha got: Şerê li dijî DAIŞê hêzeke bû ku (her alî) dikir yek, her kesî şerê xwe li dijî hev radiwestand û bala xwe dida şerê DAIŞê."

    ​Rojnamevana amerîkî diyar kir ku piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, êdî her kes li "neyarê" xwe vedigere û wiha axift: "Ez bi sûriyan re axiftim û wan wiha got; guhdarî bike! Eger tu difikirî ku ev şer bi dawî dibe. Ya rast ew e ku niha bi xurtî dikeve qonaxa xwe ya din ku hemû aliyên berî şerê DAIŞê şer hev dikir, dê dîsa li hev vegerin û şerê hev bikin."

    Bi heman mijarî:

    Beşdarên pêşî yên Kongreya Diyaloga Sûriyeyê gihîştin Soçiyê
    ‘Kurdên Sûriyeyê bo Efrînê ji DYAyê alîkariyê dixwazin'
    Li Sûriyeyê balafireke Rûsyayê hat xistin: Pîlot jiyana xwe ji dest da
    Hamit Bozarslan: Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê îflas kiriye
    Etîketan:
    DAIŞ, Amerîka, Tirkiye, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de