02:30 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    Birêveberiya Efrînê derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek da

    © AFP 2018 / Ahmad Shafie Bilal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Desteya Xwebirêvebirina Efrînê derbarê rewşa dawî ya kantona Efrînê de daxuyaniyek da û ragihand ku heta niha 160 kes hatine kuştin ku 26 ji wan zarok in.

    Hevserokê Kantona Efrînê Hêvî Mistefa Kongoreyeke Rojnamevanî li dar xist û tê de ragihand ku di encama êrişên Tirkiyê de 160 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 395 kes jî birîndar bûne.

    Herwiha Mistedayê rexne li helwesta civaka navdewletî li hember êrişên Tirkiyê girtin û got, “cîhanê li hember êrişa ser Efrînê bêdeng maye.”

    Hinek xalên sereke ji axiftina Hevserokê Kantona Efrînê Hêvî Mistefa:

    • Gelek gundên sînorî wêran bûne.

    • 160 sivîl hatin kuştin ku 26 ji wan zarok in.

    • Bi awayekî plankirî binesazî jî dibin armanc.

    • Deverên dîrokî jî hatin bombebarankirin.

    • Navenda bajarê Efrînê jî hat bombebarankirin.

    • Em bangî NY û rêxistinên navdewletî dikin ku rê li ber van êrîşan bigirin.

    • Serweriya Sûriyeyê hat binpêkirin û Hikûmeta Sûriyeyê berprisyar e.
    • Ev daxwaza me nayê wê wateyê ku em bêhêz in lê em dixwazin bi berpirsyariya xwe rabin.
    • Em herdem amade ne ku gotûbêjan bikin.
    • Çend lijneyên dîplomasî hene û karê xwe dikin. Me ji roja pêşî de ragihand ku em amade ne kêşeya Sûriyeyê dûrî metodên serbazî çareser bikin.
    • Navendên tenduristiyê yên wek Cindirês û Racoyê jî hatin armanckirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
    YPGê rêya navbera Efrîn û İdlibê kontrol kir
    Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    Etîketan:
    Hêvî Mistefa, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de