08:34 23 Nîsan 2018
    Operasyona li dijî Efrînê

    Berdevka YPJê: Em şerê li Efrînê ji cîhanê re radighînin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 30

    Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah diyar kir ku ew şerê li Efrînê ji bo cîhanê radigihînin û got, "Tirkiye bi hevkariya ligel DAIŞ û El Nûsrayê dixwaze Sûriyeyê dagir bike."

    Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah, ku ji bo hevdîtinan li Swêdê ye, di axaftina xwe ya ji bo Kurdistan24ê de got, "Em şerê li Efrînê digihînin cîhanê û em hêvî dikin hemû alî wê helwestê nîşan bidin û ji bo rawestandina şerê li ser Efrînê fişarê li Tirkiyeyê bikin."

    Ebdullah li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan yên ku digotin, "Me Ewropa haydar kiriye û wan jî gotine, ev operasyon mafê we ye" got, "Ger kê ev destûr dabe Tirkiyeyê û ev tişt gotibû, ew jî îro hevparê vî şerî ne û berpirsên koçberkirina mirovan e."

    Nesrîn Ebdullah her wisa bersiv da daxuyaniyên dewleta tirk ên ku hêzên kurdan ên li Rojava wekî ‘terorîst' bi nav dikin û got, "Ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê ti êrîş pêk nehatiye û li gorî hiqûqa cîrantiyê tevgeriyaye. Îro Tirkiye mil daye milê DAIŞ, El Qaîde û El Nûsrayê û ev jî nîşan dide ku aliyê terorîzmê dike Tirkiye ye."

    Berdevka YPJê herwisa diyar kir ku ew dê xebatên we yên li Ewropayê bidomînin û bi lobiya kurd re jî di nav têkiliyê de ne: "Raperîna kurdên li hemû Ewropayê serkeftina Şoreşa Rojava û gelê kurd dide nîşan."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin
    Balafirên şer ên Tirkiyê navçe û navenda Efrînê bombardiman kirin
    Doktorê nexweşxaneya Efrînê: Dermanên di destê me de li ber xelasbûnê ne
    Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?
    10 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Kilîsê
    Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
    Etîketan:
    şerê li efrînê, Berdevka YPJê, Nesrîn Ebdullah, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de