04:03 27 Nîsan 2018
    Efrîn

    Doktorê nexweşxaneya Efrînê: Dermanên di destê me de li ber xelasbûnê ne

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li nexweşxaneya Efrînê, ji ber ku gelek birîndarên sivîl hene derman li ber xelasbûnê ne. Nexweşxane awayek bi lez daxwaziya dermanan dike.

    Yek ji doktrên nexweşxaneya Efrînê di derbarê rewşa nexweşxanê de ji Spûtnîkê re axivî: Di hêla dermanên ku ji bo ameliyatan tên bikaranîn de tengasiyên mezin rû dan. Narkoz hê heye, xwîn jî ji aliyê xwebexşan ve tên dayîn, lê belê xurekên ku piştê ameliyatê lazimin kêm in. Aşiya tetanozê qediya. Însolînê ji bo nexweşên şekir tune, her wiha dermanê bi navê Clexane jî nemaye. Ji ber ku birîndarên sivîl hertim tên, nexweşxaneyên li beldeyan jî tijî bûne. Ekîbên me yên ameliyatan 24 saet dixebitin. Lo korîdorên nexweşxanê jî birîndar hene.

    Gor agahiyên ku doxtorê nexweşxanê dan, "ji destpêka operasyona li ser Efrînê heya îro 148 sivîl jiyana xwe ji dest dane, nêzê 400 kesî jî birîndar bûne."

    Bi heman mijarî:

    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Etîketan:
    nexweşxane, birîndar, operasyon, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de