21:21 23 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    Sûriyeyê xwest ku "komkujî" were şermezarkirin

    © Sputnik / نزار ميهوب
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê êrîşa Amerîkayê li dijî hêzên Sûriyeyê ya duh li Dêra Zorê pêk anîbû wek êrîşkariyeke nû, tawaneke şerî û li dijî mirovahiyê bi nav kir û xwest ku were şermezarkirin.

    Wezaretê nameyek ji Sekreterê Giştî yê NYyê û Encûmena Ewlekariyê ya NYyê re şand û ew êrîşa ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya ku Amerîkayê pêşengiya wê dike ku îro şeveqê li dijî hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê yên li Dêra Zorê pêk anîbû wek "komkujiyeke hovane" bi nav kir.

    Herwiha wezaretê got: "Em teqez dikin ku ev êrîşkariya nû ya tawaneke şerî û li dijî mirovahiyê ye".

    Di berdewamiyê de hat gotin ku "ev êrîş niyetên Amerîkayê li dijî serwerî û yekîtiya Sûriyeyê û gelê eşkere dike"

    Sûriyeyê daxwaz kir ku ev "komkujî" were şermezarkirin û hevpeymanî wek berpirsyar bê girtin û bê pabendkirin ku van tawan û êrîşkariyên xwe yên dibin sedema kuştin û birîndarbûna bi hezaran sivîla rawestîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em Reqayê rizgarkirî nabînin
    Sûriye: Em hebûna leşkerî ya Tirkiyê wek êrîşkarî û dagirkerî dibînin
    Beriya şer û piştî şer Sûriye
    Etîketan:
    DAIŞ, NY, Dêra Zorê, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de