21:59 22 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Minbicê

    France 24: Minbic amadekariyên şerî dike

    © REUTERS/ RODI SAID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gef xwarin ku dê operasyona li dijî Minbicê pêk bîne. France 24 raporteke derbarê rewşa bajarê Minbicê de amade kir û dibêje ku "bajar ketiye rewşa amadebaşiyê û li bendî biryara Enqereyê ye."

    Raport wiha dest pê dike: "Naif şervanekî ereb ê ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû ku ji ber mayineke ji aliyê Mertalê Firatê yê Enqere piştgiriya wan dike hatibû bicihkirin ve jiyana xwe ji dest daye."

    Li gorî nûçeya, piraniya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ereb in û hevlabendî bi YPGê re kiriye ku niha amadekariyan dike ku li dijî êrîşeke Tirkiyeyê ya muhtemel li dijî Minbicê şer bikin.

    France 24 di raporta xwe dibêje: Hinek li Minbicê hene ku Tirkiyeyê bi gurkirina nakokiyên neteweyî tawanbar dikin."

    "YÊ EREBAN BIKUJE DÊ KURDAN JÎ BIKUJE"

    Welatiyekî minbicî wiha dibêje: Kesê ereban bikuje, kurdan jî dikuje. Yê kurdan bikuje, xiristiyanan jî dikuje. Em hemû bira ne."

    Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê qebûl nake ku navê "Artêşa Sûriyeyê Azad" bi kar bîne ji bo wan komên ku Tirkiye piştgiriya dike".

    Di berdewamiyê de raport diyar dike ku di dema rigarkirina Minbicê ji DAIŞê, 400 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jiyana xwe ji dest daye û piştî wê şervanek wiha dibêje: Me evqas şehîd dan da ku Erdogan were û dest deyne ser. Ev tişt ne pêkan e."

    Di dawiyê de raport diyar dike ku amadebaşiyeke zêde li bajarî ji aliyê hêzên herêmî û yê amerîkî heye ku li bendî biryara Enqereyê ya dawî ne bê dê şer bike yan na.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo Minbicê: Em ji hevpeymanê hevkariyê dixwazin
    Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
    Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Fermandarê ASAyê: Li Minbicê kî hebe bila hebe, em ê Minbicê bistînin
    Etîketan:
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Tirkiye, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de