09:08 24 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê vîdeoya milîtanên jin weşand

    © AP Photo/ albaraka_news, File
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DAIŞê cara ewile ku vîdeoya milîtanên jin ku bi milîtanên mêr re di çeperan de şer dikin weşand. Di vîdeoyê de tê xuyakirin ku jin bi çekan di çeperan de alîkariya milîtanên mêr dikin.

    DAIŞê di meha cotmehê de daxuyandibû ku ji ber êrîşên zêde êdî divê jin jî tevlî cîhadê bibin û şer bikin. Piştî vê daxuyaniyê di vîdeoyê de tê xuyakirin, cara ewile ku milîtanên jin di dest wan de çek bi milîtanên mêr re di çeperan de şer dikin.

    ​​Di videoya ku hat weşandin de tê dîtin, li Deyr ez Zora rojhilata Sûriyeyê milîtanên jin û mêr yên DAIŞê li dijî HSDê şer dikin.

    ​Di daxuyaniyên berê yên DAIŞê de ji jinan dihat xwestin ku ji hevserên xwe re xizmetê bikin û nifşeyên cîhadîst mezin bikin. Di videoya 7ê Sibatê de hat weşandin de jinên ku rû û laşe wan nixumandî û li ba milîtanên mêr şer dikin xuya dibin.

    ​Rêxistina ku wek reqîbê DAIŞê tê binavkirin el Kaîde jî li hember tevlîbûna şer ya jinan disekine.

     

    Bi heman mijarî:

    Times: DAIŞ li Sûriyê bi cih dibe, sedem operasyona Efrînê ye
    NY ji bo Sûriyê civiya: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
    HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere
    Berdevkê Pêşmerge: DAIŞ li Kurdistan û Iraqê hêj jî neqediyaye
    Etîketan:
    Milîtan, ŞER, Sûriye, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de