06:35 20 Sibat 2018
Zindî
    Minbic - Heleb - El Bab

    Piştî serdana generalê amerîkî bo Minbicê, çi li wir diqewime?

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Duh Fermandarê hevpeymana dijî DAIŞê yê DYAê Paul E. Funkî serdana bajarê Minbicê kir. Piştî wê medyaya amerîkî gelekî li ser vê serdanê sekinî bê gelo tê çi wateyê.

    Duh malpera Army Timesê ragihandibû ku "li gel Enqereyê xwestibû ku Amerîka leşkerên xwe ji Minbicê bikişîne, Generalê Amerîkayê yê payebilind ê di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana hêzên amerîkî li wî bajarî kir û soz da ku leşkerên amerîkî li bajarokê kurdî yê Minbicê yê bakurê Sûriyeyê bimînin."

    Herwiha Berdevkê Hevpeymaniyê li ser Twitterê derbarê serdanê de wiha nivîsî, "Îro gereke bêhempa li bajarê Minbicê li gel fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Fermandar Paul E. Funk pêk hat da ku endamên hevpeymaniyê, serok û hevparan bibînin."

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li seer hesabê xwe yê Twitterê bersiva wê tweetê da û got: Herdem bi xêr were beşa me. Bi rastî serdaneke giring û bêhempa bû…Em ê bi hev re li ser têkbirina terorîzmê berdewam bin."

    Mesûd Barzanî
    © REUTERS/ Reuters TV
    "YÊ DAIŞ TÊK BIR, ÇI NETEWE BE JÎ, LEHENG E"

    Ji aliyê din ve, CNNa navdewletî li gel generalê amerîkî Funkê serdana Minbicê dike û li wir Funk behsa kurdan dike û dibêje: Ez ê bibêjim ku ew kesên ji bo vegirtina Reqayê şerê DAIŞê kir, leheng in. Ne giring bê ji çi neteweyî ne û ne giring e bê baweriya wan çi ye."

    General Jamie Jarrardê ku tev li wê serdanê bûbû wiha dibêje: "Em bi helwesta xwe ya li vê derê gelekî serbilind in û em dixwazin her kes bizane ku wisa ye."

    "EGER ÊRÎŞ WERE, EM Ê ŞER BIKIN"

    New York Times di nûçeya xwe ya li ser vê serdanê de balê dikişîne ser van û gotinan û li ser zimanê generalî amerîkî radigihîne: "Generalekî gotiye, eger êrîş li leşkerên amerîkî were kirin, dê bimînin û şer bikin."

    Li gorî nûçeya Fox Newsê, Funk dibêje ku  "ji fermandariyê(Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk) bawer e" û wiha pê de diçe: "Gava ti kesî nikarîbû Reqayê bistîne, wan stend. Ez wiha difikirim ku wan kursiyek li ser maaseyê heq kiriye."

     

    Bi heman mijarî:

    Nevşin Mengu bersiv da gotinên Bahçeli yên derbarê Efrînê de
    'Sedema taloqkirina serdana wezîra swêdî dibe ku operasyona dijî Efrînê be'
    Rûhanî: Operasyona li dijî Efrînê nafîle ye, divê demildest raweste
    Hunermendê kurd Ebas Ehmed li ser Efrînê klîbek amade kir
    Etîketan:
    Şervan Derwîş, Sûriye, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de