21:22 23 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    Sûriye: Lêxistina hêzên me ji aliyê koalîsyonê ve tê wateya piştgiriya terorê

    © AFP 2018 / George Ourfalian
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Sûriye bersiva daxuyaniya Amerîkayê ku gotibû me li hêza hikûmeta Sûriyeyê ku êrişî HSDê kirine xistiye da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike li rojavayê Çemê Firatê li hêzên hikûmeta Sûriyeyê xistiye û ev yek tê wateya hewldanên piştgiridayîna terorê.

    Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê piştrast kir ku hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê li Dêra Zorê hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li rojhilatê Firatê kiriye armanc. Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku ev yek "êrîşkariyeke din e" û "hewldana piştgiriyê ya terorê" ye.

    Di daxuyaniya hevpeymana li dijî DAIŞê ya bi pêşengtiya Amerîkayê de hatibû diyarkirin ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrîşê biryargeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye û balafirên hevpeymanê jî êrîşê hewayî yê hêzên Sûriyeyê kir.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Sûriyeyê ji ber rûdanan rîska şerên nû heye'
    Îran: Amerîka di rêya hinek rêxistinên kurdî de hewl dide Sûriyeyê perçe bike
    Lavrov: Amerîka plan dike ku Sûriyeyê dabeş bike, em dê naveroka vê planê bipirsin
    Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
    Fransa: Operasyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê qanûna navdewletî bin pê dike
    Etîketan:
    êrîş, Hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê, Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de