21:20 23 Gulan 2018
    Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

    Rûsya: Bidûrxistina PYD ne tiştekî avaker e

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Balyozê Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksander Kişnakî ragihand ku Rûysa bidûrxistina PYD ji gotûbêjên Sûriyeyê ne tiştekî avaker e.

    Kişnak li ser vê mijarê axivî û got, "em wiha difikirin ku bidûrxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ji çi şêwazeke gotûbêjan, ne tiştekî avaker e. Em pêwendiyên xwe yên pratîk li gel PYD didomînin ku pêwendiyên di rêya leşkerên navenda lihevhatinê ya baregeha Himeymimê jî tê de ne."

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ragihandibû ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê li ser avakirine lijneyeke destûrî li hev kiriye ku dê li Cenevê bixebite.

    Lavrovî destnîşan kiribû ku lijneya destûrê dê ji hinek endamên di kongreyê de hatin hilbijartin û nûnerên komên nehatine kongreyê pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Nabe ku PYD beşdarî Civîna Astanayê bibe
    PYD kongreya xwe ya 7mîn li dar dixe
    PYD: Baştir e ku Amerîka zêdetir li Sûriyeyê bimîne
    Tirkiye: Dê PYD beşdarî civîna Kongeraya Diyalogên Sûriyeyê nebe
    'Amerîkî û Ewropa fişarê dikin ku PYD tev li Cenevê bibe'
    Etîketan:
    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê, PYD, Sergey Lavrov, Aleksander Kişnak, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de