04:41 26 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    Nivîskarê ermen: Îran dibe ku nêzikî PYDê bibe

    © AFP 2018/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Etyen Mahçupyan parast ku ji bo Îranê çareseriya îdeal ew e ku Esad bibe serdestê rejîmê û hemû Sûriyeyê kontrol bike û got, ger ev yek nebe dibe ku Îran nêzikî PYDê bibe û pê re hevkariyê bike. Mahçupyan ji bo şerê li Efrînê jî got, ji bo maweyeke navîn îhtimala xeyalşikestina Tirkiyeyê zêde dibe.

    Şêwirmendê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û nivîskarê rojnameya tirk ya bi navê Kararê Etyen Mahçupyan di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser hebûna Îranê ya li Sûriyeyê. Mahçupyan di nivîsa xwe de parast ku Îran dixwaze Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bibe serdestê rejîmê û hemû Sûriyeyê kontrol bike û wisa berdewamî da nivîsa xwe: "Li hemberî îhtimala nebûna vê yekê PYD û kurd wekî sîgortayekê li aliyekî tên girtin. Ger Esad li tevahiya welêt nebe serdest, divê kes ecêb nemîne ku Îran nêzikî PYDê bibe û pê re hevkariyê bike."

    'ÎRAN BIHÊZBÛNA PYDÊ METIRSÎDAR DIBÎNE LÊ…'

    Afrin
    © AFP 2018/ AHMAD SHAFIE BILAL
    Mahçupyan di nirxandina xwe de anî ziman ku Îran di rastiyê de ji bo rewakirina Esad piştgiriyê dide pêvajoya Astana/Soçiyê û got, "Bihêzbûna zêde ya PYDê metirsîdar dibîne lê naxwaze bi tevahî jî ji holê rabe. Li hemberî çalakiyên Tirkiyeyê jî, heta ku li gorî armancên wê bin, deng dernaxîne kê her tim sînorên wan jî beyan dike. Ji ber vê yekê operasyona Efrînê wekî ‘hewldaneke dagirkeriyê' û ASAyê jî wekî ‘terorîst' bin av dike."

    Etyen Mahçupyan helwest û sekna tirkan ya li hemberî Sûriyeyê û êrîşên li ser Efrînê wekî ‘cahiltiya bizanebûn' bi nav kir û got, ev yek her çi qas ji bo demeke kurt dewletê rihet bike jî, ji bo demeke navîn îhtimala xeyalşikestinê zêde dibe.

    Nivîskarê esilermen herwisa di dawiya nivîsa xwe de parast ku Tirkiye ji bo Îranê, ji Amerîkayê talûketir e û got, PYD ti caran bi tevahî nebû ‘aîdê' Amerîkayê.

    Bi heman mijarî:

    HRWê bangî Îranê kir: Îdama zarokan rawestîne
    Li Îranê operasyona Efrînê bi girseyî hat protesto kirin
    Rûhanî ji bo kêşeya aborî ya Îranê ji pasdaran daxwazek kir
    Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
    Barzanî li gel şandeyeke payebilind a Îranê civiya
    Hewlêrê daxwazek ji Kurdistana Îranê kir
    Etîketan:
    nêzîk, PYD, nivîskarê ermen, Şêwirmendê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê, Etyen Mahçupyan, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de