14:02 18 Sibat 2018
Zindî
    Afrin

    Bajarê Efrînê bê ava vexwarinê ye

    © AFP 2018/ AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Artêşa Tirkiyeyê duhî bi top û hawanan parzungeha avê ya li gundê Metînaya navçeya Şera bombebaran kiribû. Efrînî ji duhî ve bê ava vexwarinê ne.

    Artêşa Tirkiyeyê duhî bi top û hawanan parzungeha avê ya li gundê Metînaya navçeya Şerayê ku ava vexwarinê ji bo şêniyên Efrînê vediguhest bombebaran kiribû. Îstasyona avê piştî êrişî zirareke mezin dît û niha Efrînî ji duhî ve bê ava vexwarinê ne.

    Li gor çavkaniyên herêmî, 6 top û hawanên artêşa Tirkiyeyê li îstasyona avê ketine û ji neçarî xizmetdayîna îstasyonê hatiye rawestandin.

    Yek ji berpirsê îstasyona avê Dilbirîn Hemdoş dibêje: "Ti encama topbaranê de îstasyona û belavkirina avê ziyan dît û niha ji xizmetê derketiye. Niha xebatên me didomin ji bo îstasyonê têxin xizmetê û dîsa avê ji welatiyan re bişînin."

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    Etîketan:
    Efrîn bê ava vexwarinê ye, Dilbirîn Hemdoş, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de