05:49 23 Hezîran 2018
HSD

Wall Street Journal: Dibe HSD ji ber operasyona Efrînê hilweşîne

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 01

Rojnameya Wall Street Journalê ya amerîkî bandora operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê li ser HSDê nirxand. Rojnameyê da zanîn ku bi hezaran şervanên HSDê ji herêmên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin veqatiyane û çûne Efrînê û îdia kir ku ev yek ji bo rayedarên amerîkî dibe sedema fikaran ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hilweşe

Piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bi hezaran şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk te, çûne Efrînê. Rojnameya Wall Street Journal di nûçeya xwe yê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên rayedarên amerîkî, "Rayedarên amerîkî dibêjin ku bi sedan şervan veqetiyane û çûne Efrînê û ditirsin ku bêtir şervan biçin."

‘BI SEDAN KURD Û SIRYANÎ ÇÛN'

Di nûçeyê de bale kişandin ser daxuyaniya Konseya Leşkerî ya Siryaniyan ku hefteya borî ji ser hesaba xwe yê twittirê eşkere kiribûn ku hêz ji bo piştgiriya Efrînê bikin, dişinin û rojnameyê da zanîn ku gelek şervanên kurd ên di bin siya HSDê de çûne Efrînê. Rojnameyê ragihand ku rayedarên amerîkî gotine ku, "Bi sedan şervanên kurd û siryanî li dijî hewldanên Tirkiyeyê ya têketina Efrînê şer bikin çûne Efrînê."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Ji doza rêveberê DAIŞê yê Tirkiyê 3 kes hatin berdan
Çavuşoglu: Em û Sûriyeyê derbarê YPGê de heman tiştî difikirin
Mogherini: 'Êrîşa ser Efrînê' ewlehiya Tirkiyê baştir nake
Bilêtên balafiran bo bajarên Kûpaya FIFA 2018an arzan bûn
Parlamenterên alman: Em xweziya xwe bi we tînin
Etîketan:
HSD, şervan, operasyon, YPG, rojnameya Wall Street Journalê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de