03:15 23 Nîsan 2018
    US Troops Wearing YPG Kurdish Patches in Northern Syria

    "Amerîka ditirse ku kurd biçin li Efrînê şer bikin"

    © @FuriousKurd
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Di çapemenîya rûsî de operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê (13)
    0 10

    "Şaxê 'perçebûnê': Tankên Tirkiyeyê NATO perçe kir". Ev sernavê nivîseke Amalya Zatayê bû ku di malpera Gazeta.ruyê de nivîsiye û behsa wan sedeman dike yên ku Tirkiye û Amerîka xistin nava nakokiyan û tirsa Washingtonê zêde kir ku Tirkiye hêza hevalbendên wê yên kurd badilhewa bike.

    Di gotarê de hat gotin ku nakokiyên herdu hevalbendên NATOyê; Tirkiye û Amerîka, li ser polîtîkaya herêmî ya li Rojhilata Navîn hene. Ya yekem di destpêka şerê Iraqê de derket û ya din niha di dema şerê Sûriyeyê de lê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdan li Efrînê rewş heta asteke bilind aloz kiriye.

    "IHTIMALA PEVÇÛNEKE DI NAVBERA TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ DE BÛYE REWŞEKE RASTEQÎNE".

    Li gorî wê gotarê, têkiliya herdu hevlabendan niha "di hevsengiyeke wiha de ye ku li ser qeraxa kendalekê ye" û êdî ihtimala pevçûnekê di navbera wan de bûye rewşeke rasteqîne."

    Analîstê Şirketa Verisk Maplecroft ya şêwirmendiyê ya Brîtanyayê ku rîskên siyasî, aborî û civakî vedikole Antonio Skiner dibêje ku hîn jî rîska hesabên şaş ên herdu aliyan gelekî bilind e.

    "PIŞTÎ BÛYERÊN IRAQÊ, ENDAMÊN NATO POLÎTÎKAYÊN SERBIXWE MEŞANDIN"

    Kordînatorê bernameya Encûma Rûsî ya Karûbarên Derve Reslan Mamîdevî li ser vê mijarê got, "Tirkiye di serdema şerê sar de pêwîst bû da ku dewletên rojavayê ji aliyê başûr ve ji (xeterên) Yekîtiya Sovyetê biparêze lewra beşekî giring ya kitleya leşkerî(ya NATO) bû."

    Di berdewamiyê de wiha dibêje: Lê NATO di destpêka sedsala 21ê de dest ji xebata wek pêkhateyeke yekgirtî berda ku endamên wê NATOyê piştî bûyerên Iraqê dest pê kir ku polîtîkayên serbixwe bimeşînin.

    "BANDORA TAWANBARKIRINÊN TIRKIYEYÊ LI SER SIYASETA AMERÎKAYÊ ÇÊNEBÛ"

    Mamîdovî got: "Di hemû operasyonên têkilîdarê polîtîkayên Amerîka û Tirkiyeyê yên Sûriyeyê de, NATO di prensîpê de helwesteke bêalî meşand û ji pirsa Sûriyeyê vegeriya û bi vî awayî rê da Amerîka û Tirkiyeyê ku li ser xetên serbixwe bixebitin. Van herdu welatan jî wiha kir. Tawanbarkirinên zêde yên Enqereyê bûne sedem ku 'têgihiştinekê' li cem Washingtonê çêbibe lê dîsa jî ti bandora wê li ser polîtîkaya Amerîkayê çênebû."

    "KURD YEKÎNEYÊN XWE JI CEZÎRÊ BIKIŞÎNE, AMERÎKA DÊ NEÇARÎ FIŞARÊ BIMÎNE"

    Di dawiyê Mamîdov dibêje: "Kurdên Efrînê ji bo Amerîkayê bûn karteke bazarê û tekane tiştê ku dibe bihêle Washington fişarê ji bo wan bike, ew e ku yekîneyên kurdî hêzên xwe ji Kobanî û Cezîrê bikişînin û bi awayekî zêde biçin Efrînê ku ew jî dê rê nede Amerîkayê ku polîtîkaya xwe li rojhilata Sûriyeyê pêk bîne. Ev jî zirarê digihîne planên Amerîkayê ji ber Amerîka dixwaze kurdan li bakurê rojhilatê(Sûriyeyê) bi kar bîne û dibînin ku pêwîst e, kantona Efrînê ji bo vê biparêzin."

     

    Mijar:
    Di çapemenîya rûsî de operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê (13)

    Bi heman mijarî:

    Endamên ASAyê bi wesayitan derbasî Sûriyeyê bûn
    'Artêşa Sûriyeyê milîtanên Fetih El Şamê dorpêç kirin'
    Îran: Operasyoneke leşkerî li Sûriyeyê dê bandorê li kongreya li Soçiyê bike
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Idlibê li dijî Fetih el Şamê operasyon da destpêkirin
    Lavrov: Bila rêz ji yekîtiya axa Sûriyeyê re were giritn
    Etîketan:
    NATO, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de