09:41 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    Fermandarê YPGê: Moşekên me ne yên Rûsyayê û ne jî yên Amerîkayê ne

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo bi rojnameyeke erebî re axivî û diyar kir ku wan li Efrînê ti moşek ne ji Rûsyayê û ne jî ji Amerîkayê nestendine û got: "Amerîkayê ti piştgirî ji bo Efrîn û Şehbayê nedaye me"

    Piştî ku YPG çend tankên Artêşa Tirkiyeyê ruxandin, hat îdîakirin ku YPG moşekên “BGM-71 TOW” ji Amerîkayê û yên “9M113 Konkurs”ê ji Rûsyayê wergirtine û li Efrînê bi kar anîne.

    Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo duh ji Rojnameya Eşerq el Ewsetê re axivî û ev agahî red kirin û ragihand ku "moşekên di destê YPGê de ne yên Rûsyayê ne û ne jî yên Amerîkayê ne lê moşekên germê ne û wan ji bazara reş bi dest xistine û bi pêş de xistin."

    "AMERÎKAYÊ TI PIŞTGIRÎ JI BO EFRÎNÊ NEDAYE"

    Hewiha Hemo di berdewamiya axiftina xwe de gotiye: "Amerîkayê çend caran got ku ti têkiliya wê bi herêmên Efrîn û Şehbayê yên nêzîkî Helebê tine ye û karê me yên hevpar li gel Amerîkayê tenê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê yê li rojhilatê Firatê ye û Amerîkayê ti piştgirî ji bo Şehba û Efrînê nedaye."

    "ŞAMÊ TENÊ PIŞTGIRIYA MIROVÎ DAYE ME"

    Li ser pirsyara bê gelo Hikûmeta Şamê piştgiriya YPGê dike yan na, Hemo wiha got: "Bi rastî helwesta me zelal e ku dewlet (a Sûriyeyê) ji parastina sînorên xwe berpirsyar e û divê li dijî êrîşkariya Tirkiyeyê biparêze. Lê ji bilî piştgiriya mirovî û alîkariya bijîşkî me ti tişt wernegiritiye."

    Bi heman mijarî:

    YPGê hejmara windahiyên xwe yên di şerê Efrînê de ragihand
    Li 5 bajaran binçavkirinên Efrînê û dijatiya şer
    Di bombardimana ser Efrînê de ermeniyek jî hat kuştin
    3 xortên piştgirên Efrînê bi guleyan birîndar bûn, lê asayîşa Kurdistanê teqe red kir
    Navenda Demokrasî bîlançoya roja 14an a êrîşa Efrînê weşand
    Etîketan:
    YPG, Sîpan Hemo, Firatê, Şehba, Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de