06:19 21 Gulan 2018
    YPG

    ‘Di 17 rojan de 11 tankên artêşa tirk hatin rûxandin'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Sîpan Hemo di hevpeyvîna xwe ya rojnameya El Şerq El Ewsetê de ragihand ku di nava 17 rojan de YPGê 11 tankên artêşa Tirkiyeyê ruxandine.

    Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Şerq El Ewsetê de got: "Yekîneyên me di nava 17 rojan de 11 tankên Tirkiyeyê ruxandin. Herwiha Washîngtonê ji me re got ‘em destûrê nadin ku artêşa Tirkiyeyê derbasî Minbicê bibe."

    Sîpan Hemo di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Artêşa Tirkiyeyê heta niha ti pêşketin bi dest nexistiye. Tirkiye hizir dikir ku wê di nava çend rojan de Efrînê hemû kontrol bikin. Lê ev hizra wan biser neket. Tirkiye dixwaze vîna kurd bişkîne û di warê tektîkî de Efrîn, Rojava û rojhilatê Helebê kontrol bike, pişt re jî xwe bigihîne Helebê."

    Hemo di dirêjiya hevpeyvîna xwe de bersiva gefên Tirkiyeyê da û got: "Eger rêkeftin û planeke navdewletî neye kirin, artêşa Tirkiye nikare bigihîje Minbicê. Tirkiye daxwaza vekişandina hêzên amerîkî ji Minbicê kir, lê Washingtonê ev yek red kir."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Efrînê 2 leşkerên tirk mirin, 5 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Artêşa tirk, YPG, Sîpan Hemo, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de