00:48 21 Nîsan 2018
    Ji aliyê sînorê Tirkiyê ve bombardimana Efrînê

    Oxfam: Bêhtirî 5 hezar sivîl li sînorê Efrînê asê mane

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina alîkariya mirovî Oxfam a brîtanî ragihand ku ji ber operasyon û êrîşên artêşa tirk û komên çekdarên girêdayî wan a bi ser bajarê Efrînê de, bi hezaran sivîl di navbera sînorê Tirkiye-Sûriyê de asê mane.

    Di daxuyaniya Oxfamê de tê ragihandin ku bi sedema şer û pevçûnan zêdetirî 5 kes aware bûne û ji ber nebû rêyên derketinê jî li sînor asê mane.

    Rêxistina mirovî ya brîtanî Oxfam herwiha dide xuyakirin, gelek sivîl li aliyê sînorê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û li gor zanyariyên NY û UNICEFê pêdiviya lezgîn a xelkê dorûbera Efrînê yê di nav şer de asê maye, bi dermanan û xwarinê heye.

    Çend roj berê Dîrektorê Oxfam ê Sûriyê Moutaz Adham jî bal kişandibû ser rewşa mirovî ya Efrînê û ragihandibû, pitik, zarok, pîr û kal û jinên ducanî jî tê de bi hezaran sivîl rûbirûyî rewşeke xeter û mirdar bûne ku pêwîste rêyeke alîkariyê ji wan re bê dîtin.

    Adham bangewazî li rêxistinên navnetewî yên mirovî kiribû ku demildest rêya gihandina alîkariyan bo welatiyên di nav şer de asê mane re bibînin.

    Bi heman mijarî:

    Şanda amerîkî soza alîkariya berdewam da Pêşmerge
    NY: Du meh in em baş nikarin alîkariyê bigihînin Sûriyê
    Rûsya: Pêwîste li Sûriyê her cure provokasyon û çalakiyên çekdarî bidawî werin
    Karwana mezin a piştgiriya Efrînê gihîşt bajêr
    'Xistina balefira Rûsyayê ya li Idlibê, sabotaja pêvajoya Astanayê ye'
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de