08:25 27 Gulan 2018
Efrîn

AFP: Seferberiyeke giştî li Efrînê heye

© AFP 2018 / Ahmad Shafie Bilal
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 30

France Pressê raporteke derbarê serferberiya giştî ya di navbera leşker û sivîlan de a ku li Efrînê tê kirin amade kir û diyar kir ku gelek ciwan li gorî zanîna xwe tev li qadên cuda tev li YPGê dibin.

Peyamnêrê AFPê Delîl Silêman derbarê rewşa dawî ya Efrîn de raportek weşand ku tê de wiha got:
"Li qadeke li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê bi dehan xwebexş di rêzên birêkûpêk bi rê ve diçin ku ev cara pêşî ye, hinek ji wan radihêjin çekan û bi yek dengî sonda 'berxwedanê' li himberî êrîşa Tirkiyeyê û komên wê yên hevalbend li ser herêmê dixwin."

Li gorî nûçeyê, Esma Efrîn(19 salî) piştî ku bi awayekî xwebexş tev li refên YPGê bû, dibêje: "Efrîn ew xak e ya ku ez jî wek bav û kalên xwe lê mezin bûme lewra peywira min e ku ez şer bikim."

Ew keçika çavşîn a ku ragihandinê li zanîngeha Efrînê dixwîne, dibêje: "Ez îro êdî ne xwendekar im lê şervaneke Yekîneyên Parastina Jin im".

"ENQERE DITIRSE KURD HERÊMEKE WEK A KURDISTANA IRAQÊ LI SER SÎNORÊN WÊ ÇÊKE"

Silêman di berdewamiya raporta xwe de operasyona Tirkiyeyê û komên pê re bi bîr tîne ku di 20ê meha borî de li dijî YPGê dest pê kiribû û dibêje: "Enqere ditirse ku kurd xweseriyeke wek a Kurdistanê Iraqê li ser sînorên wê çêkin."

Herwiha wekî Esmayê bi dehan keç û xort di van herdu hefteyên dawî de bersiveke erênî daye banga birêveberiya xweser a "serferberiya giştî".

Piraniya xwebexşên ku li kolanên Efrînê geriyan bi kincên sivîl in lê hinekan ji wan jî kincên xwe yên leşkerî li xwe kiriye û rahiştine tivingên xwe.

Ew kesên derketine kolanan alayên YPGê bilind kirine û slogan li dijî Artêşa Tirkiyeyê bilind kirine ku xelkê li kêleka rê jî kom bûne û nîşana serkeftinê çêdikin.

"HER KESEK LI GORÎ ZANÎNA XWE DIXEBITE"

Şêwirmendê ragihandinê yê YPGê li Efrînê Rêzan Hedo dibêje: "Beşdarbûna xwebexş gelekî zêde bûye û her xort û keçek biryarê dide bê dixwaze li gorî zanîn û şarezayitiya xwe li kû bixebite."

Hedo wiha dibêje: "Hinek wek şervan xwebexş dibin, hinek jî li cem rêxistina Heyva Sor a Kurd de û hinekên din jî dixwazin ku di aliyê lojîstîkî ji bo birin û anîna xwarin û kincan û dabînkirina veguhestinê bixebitin."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

‘Tirkiye li Efrînê cîhadiyan li dijî kurdan dide şerkirin’
Ruptly dîmenên nexweşxaneya Efrînê weşandin
Balafirên Tirkiyeyê Racoya Efrînê bombebaran dikin
‘Banga min ji bo kurdan çi dibe bila bibe Efrînê tenê nehêlin'
CNN: Jiyana Efrînê êdî di bin erdê de ye
Ji bo Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî operasyona Efrînê derketibû, qeyûm hat tayînkirin
Etîketan:
Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de