21:20 24 Nîsan 2018
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê

    Navenda Demokrasî bîlançoya roja 14an a êrîşa Efrînê weşand

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê, bîlançoya êrîş û binpêkirinan a 14 rojên operasyona Tirkiyê ya Efrînê belav kir.

    Li gor rapora navendê ku îro di roja 15emîn a destpêkirina operasyona ser Efrînê de hatiye belav kirin, artêşa Tirkiyê û komên muxalîf ên girêdayî wê, heta niha jî topbarana xwe ya li ser Efrînê berdewam dikin.

    Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Kurdistanê ragihand, li bajarokên Bilbilê û Racoyê artêşa tirk û muxalîfên çekdar hinekî pêşde çûne û dest bi girtina hemwelatiyan a bi tometa endambûna PKKê kirine û 18 hemwelatiyên gundên Bilbilê hatine girtin.

    Navendê di rapora xwe de, li ser hejmara qurbanên êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê di roja 14emîn de ragihand, ji ber topbaran û êrîşan kesekê jiyana xwe ji dest daye û du kesên din jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em ê ji bo 3.5 milyon Sûriyeyiyan li vir û nav Sûriyê xaniyên mayînde çêkin
    Li Kanadayê Helîkopter ket
    Çavuşoglu: 'Piştgiriya Amerîka ya bo YPGê şirîkatiya me ya berdewamî jehrî dike'
    Li Bursayê bombe bi polîs de hat teqandin
    Bayik: Rastiya Tirkiyê li Efrînê dagirkerî ye, siyaseta DAIŞê dimeşîne
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de