19:07 25 Nîsan 2018
    A fighter from the Kurdish People Protection Unit (YPG) poses for a photo at sunset in the Syrian town of Ain Issi, some 50 kilometres north of Raqqa, the self-proclaimed capital of the Islamic State (IS) group during clashes between IS group jihadists and YPG fighters on July 10, 2015

    YPGê hejmara windahiyên xwe yên di şerê Efrînê de ragihand

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 30

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behcet Ebdo li ser rewşa dawî ya şerê Efrînê ragihand ku şerekî dijwar niha li herêmê heye û ji ber ku Artêşa Tirkiyeyê nikare li bejahiyê bi pêş ve biçe, herêmê bi dijwarî bombebaran dike. Herwiha got ku ji bo sivîlan bitirsîne û koç bikin, herêmê bombebaran dikin.

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo derbarê rewşa dawî ya operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şer û pevçûnên li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike û ji ber ku nikarin ji bejahiyê ve pêşde biçin, deverê bi dijwarî bombebaran û topbaran dikin.

    ‘JI BO SIVÎLAN BITIRSÎNIN BI DIJWARÎ BOMBEBARAN DIKIN'

    Behçet Ebdo wiha pê de çû: "Ji bo rewşa dawiya şer em dikarin bibêjin ku niha şerêk dijwar diqewimin, şer li hemû deveran û hemû navçeyan berdewam e. Artêşa tirk û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hewl didin ku bikevin Efrînê, lê ev hewldanên wan vala tên derxistin. Niha giraniya şer li eniya Reco, Bilbil, Şera û li eniya Gundê Xelîl e. Bombebaran Tirkiye bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Bi vê yekê dixwazin sivîlan bitirsînin û ji herêmê koç bikin, gundan û navçeyan vala bikin. Niha ji bo sivîlan bitirsînin siyasetekî pir qirêj dimeşînin."

    ‘EM CARNA BI TAKTÎKÎ VEDIKIŞIN'

    Efrîn
    © AFP 2018 / Ahmad SHAFIA BILAL
    Ebdo destnîşan kir ku, "Ji bejahiyê ve çiqas hewldanên wan ji bo pêşveçûnê çêdibin vala tên derxistin. Ji bo teknîkî em car caran ji paşve vedikişin, lê piştî saetek, 2 saetan ango rojek şûnde em deverên ku em jê vekişiyan dîsa bidest dixin. Hewldanên ku ji bejahiyê ve çêdibin, rastî bersivdayînên tund ên YPGê tên. Piştre ji dûr ve bi obusan, tankan û balafiran êriş dikin. Ji ber van êrişan sivîl dibin qurbanî. Fatûraya vî şerî ji sivîlan re derdikeve, ji ber ku naxwazin axa xwe biterikînin. Doh Nexweşxaneya Efrînê derbarê miriyên sivîlan de daxuyaniyekî da û eşkere kir ku heta niha 106 sivîl hatine kuştin, 150 sivîl jî birîndar bûne."

    ‘HEMÛ CUREYÊN ŞER BIKAR TÎNIN'

    Serokê Komîteya Efrînê got: "YPG niha berxwedanekî bêhempa dide, niha ev jî hemû cureyên şer bikartînin, çekên qedexekirî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine qedexekirin, bikar tînin. Çekên napalmê bikar tînin. Em îro di roja 14mîn de ne ku me heta niha berxwedanekî baş pêk anîye. Ji ber vê yekê jî aciziya wan bêtir dibe."

    ‘WINDAHIYÊN ME 70AN DERBAS NEBÛYE'

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo li ser windahiyên YPGê jî axivî û got: "Hejmarên zelal doh berdevkê HSDê Redûr Xelîl eşkere kir ku di nav hefteyekî de 34 windahiyên YPGê hene. Yên hefteya dawî jî nêzî vê hejmariyê. Ji ber şervanên ku birîndar jiyana xwe ji dest dan hebûn. Lê di 14 rojan de hejmara windahiyên me ji 70an derbas nebûye. Lê wekê ku min got fatûraya mezin ji sivîlan re tê birin."

    ‘JI BER KU NIKARIN LI BEJAHÎ PÊŞVE BIÇIN HERÊMÊ DEVERAN BI DIJWARÎ BOMBEBARAN DIKIN'

    Ebdo wiha dewam kir: "Ji aliyê Idlibê ve jî êriş çêdibin. Êrişî navçeya Şerevan dikin. Ji gundê Hemanê bigire heta navçeya Şerevanê heya Pasîbanê van deveran topbaran bikin. Lê ev hewldanên van ji aliyê şervanên HSDê ve vala tên derxistin. Milê Bilbilê û Racoyê bi dijwarî topbaran û bombebaran dikin. Li hin deveran pêşdikevin, ev pêşveçûn dîsa ji aliyê hêzên me ve tên rawestandin û dîsa herêmên ku kontrol kirine ji aliyê hêzên me ve tên kontrolkirin. Li gundên ser sînor şerên demkî çêdibin. Ji ber ku nikarin pêşdebiçin, hemû deveran bi dijwarî bombebaran û topbaran dikin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye
    Macron: Ez li paş gotinên xwe me
    Rêdûr Xelîl: Em herêmên sivîl ji xwe re nakin armanc
    Nûçegîhanê Guardianê: Gelek sivîl hatine kuştin, gelek ji wan jî birîndarin
    Balafirên Tirkiyeyê Racoya Efrînê bombebaran dikin
    Etîketan:
    şer, hejmar, Efrîn, YPG, Sputnik, Behcet Ebdo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de