15:33 21 Gulan 2018
    Qomişlo / Rojava

    Şaredariya Amûdê avakirin li herêmên arkeolojîk qedexe kir

    © Sputnik / Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Daîreya Teknîkî ya Şaredariya Gelî ya Amûdê îro pêncşemê biryarek da ku avakirin li herêmên xwedan "taybetmendiyeke dîrokî-arkeolojîk" were qedexekirin.

    Hat ragihandin ku "daxwaznameyên avakirinê li herêmên xwedan taybetmendiyên adkeolojîk ji binî ve tên qedexekirin û ew dever bi dewriyeyên birêkûpêk tên kontrokirin û bergirî yekser tên girtin, eger binpêkirin pêk were."

    Li gorî medyaya herêmî, Bepirsyara Beşê Ragihandinê ya Şaredariya Gelî Hayistan Mihemed diyar kir ku "daîreya teknîkî dê daxwaznameyên avakirinê li ti herêmeke têkilîdarî rewşên arkeolojîk qebûl neke û dê ji îşev ve dest bi rakirina wan avahiyan bike ku ne li gorî vê biryarê hatine avakirin û dê rewş bi awayekî birêkûpêk were kontrolkirin."

    Bi heman mijarî:

    Çar top avêtin derdora Amûdê
    Tîma Minbicê tîma Amûdê têk bir
    Îro 57. Salvegera Şewata Sînemaya Amûdê ye
    Piştî çil salî, zengila Dêra Amûdê lê dide
    Dîmenên leşkerên amerîkî ji bajarên Qamişlo û Amûdê
    Li kolanên Amûdê komek jinên ajokar ên bîsîkletê
    Etîketan:
    Rojava, Amûdê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de