07:32 24 Nîsan 2018
    Efrîn

    Hevseroka Kantona Efrînê: Li Efrînê jiyan bi awayek normal didome

    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ragihand ku niha li Efrînê jiyan bi awayek normal berdewam e û şer li deverên nêzê sînor bi dijawarî dewam dike. Herwiha Mistefa da zanîn ku ji ber bombebarana nêzî bendavan, dibe pirsgireka avê rû bide.

    Hikmet Durgun

    Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ket roja 14an. Herwiha ji destpêka operasyonê heta niha çend gundên ser sînor ketine bin kontrola artêşa Tirkiyeyê. Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistafa derbarê rewşa dawî ya Efrînê de ji Spûtnikê re axivî û ragihand ku “jimara yên ku ji Efrînê çûn gelek hindik in û vê gavê li Efrînê jiyan bi awayek normal berdewam e.”

    Hevseroka nû Hêvî Mistafa di berdewamiya axaftina xwe de di derbarê şer de van agahiyan da: Şer bi hemû giraniya xwe dewam dike, vê gavê bi pirayê li deverên nêzê sînor didome. Niha êrişek giran bi ser Efrînê de heye.

    'TIRKIYE BI ZANEBÛN NÊZÎ BENDAVÊN AVÊ BOMBEBARAN DIKE'

    Herseroka Kantonê Mustafa di derbarê jiyana gel da jî destnîşan kir ku, "Li Efrînê jiyan bi awayek normal didome lê belê bi gel re tirsek heye. Kesên ku ji gundên nêzê sînor hatin navêndê di parêstgehên di bin erdê de dijîn. Li Efrînê vê gavê av heye lê demek beriye balefirên Tirkiyeyê nêzê bendavê bombebaran kirin. Ev ji bo avê xetereyek mezin e. Ceyranê jî em vê gavê ji jeneratoran hildidin.

    Hêvi Mustafa di derbarê kesên ku ji Efrînê koç kirine de jî diyar kir ku heya îro hijmarek gelek hindik ji Efrînê koç kirine û got: "Li Efrînê nêzê milyonek kes dijîn. Jimara yên ku koç kirine tenê çend hezar kes in û balê kişand ser ku rêya di navbera Efrîn û Helebê de ji aliye rejîmê ve hatiye girtin û ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Banga min ji bo kurdan çi dibe bila bibe Efrînê tenê nehêlin'
    Kanadayê banga Efrînê li Tirkiyê kir
    Ruptly dîmenên nexweşxaneya Efrînê weşandin
    Kesek leşker ji ber parvekirana xwe ya li ser Efrînê hat girtinê
    Etîketan:
    Operasyon, Şer, Hêvî Mistefa, ROjava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de