17:29 22 Nîsan 2018
    Efrîn

    CNN: Jiyana Efrînê êdî di bin erdê de ye

    © AFP 2018 / Ahmad SHAFIA BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Kanala amerîkî CNN international dîmenên xelkê sivîl ên ji Efrînê weşandin û ragihand ku "operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, hiştiye ku xelkê sivîl têkevin şkeft û jêrzemînan" û wiha got: "Jiyan li Efrînê, êdî di bin erdê de ye."

    Kanala CNN international dîmenên taybet ji herêma Efrînê bi dest xistin û rewşa sivîlên li Efrînê ragihand. CNN di raporta xwe de wiha dibêje: "Ji gelê Efrînê re, êdî jiyan di bin erdê de ye."

    Di destpêka raportê de wiha dibêje: "Malbatên kurdî li ser betaniyeyan di bin roniyeke kêm de li şkeftan civiyane. Hinek jî di bin kavilên avahiyên bombebarankirî li dora agir civiyane. Yên ku jêrzemînên wan hene, hewl didin li wir bistirin."

    Li gorî wê raportê, Mihemed Xalidê 10 salî bi kurdî dibêje: "Em nizanin biçin kû. Ev 5 roj in ku balafir bombeyan dibarîne. Niha moşek û bombeyan diavêjin. Bavê min ji min re got, ji ber balafirên şerî neçe derve û niha em di koxikan de radizên. Hemû malên me wêran bûn."

    Kanal di dîmenên xwe de dibêje: "Me dîmenên taybet bi dest xistin ku nîşan didin bê çawa malbatên kurdî ji ber tehdîdên bombebarana balafirên Tirkiyeyê li dijî herêma kurdî, xelkê wê ajotine şkeft û jêrzemînan."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Tenê du kes hene ku bikarin şerê Efrînê bisekinîn'
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê navenda Efrînê bombebaran kir, 10 kes birîndar bûn
    ‘Êrişa li ser Efrînê ne meseleya ewlehiyê ye meseleya nexwestina statûya kurdan e’
    Tirkiye hêza ji bo şerê Efrînê zêde dike
    Dîmenên êrîşa ser peyamnêrên îranî li sînorê Efrînê hatin weşandin
    Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî şerê Efrînê derketibû hat girtin
    Etîketan:
    efrîn, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de