07:47 24 Nîsan 2018
    HSD

    'HSD jî li hemberî hemleyên Tirkiyeyê hemleyan dike'

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Doç. Dr. Erhan Keleşoglu derbarê êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê de diyar kir ku ti hêz nikare ji bo van êrîşan planeke demdirêj pêk bîne û got, armanca polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê astengkirina xurtbûnê ya kurdan e.

    Doç. Dr. Erhan Keleşoglu, ku bi KHKyan ji Beşa Peywendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Stenbolê hat dûrxistin, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de ji bo rojnameya tirk ya bi navê Birgunê axivî. Keleşoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo xwe li herêmê bihêz bike dest bi operasyona li ser Efrînê kir û got, "Ji ber ku Tirkiye dixwaze zorê bide Amerîkayê, cidîbûna xwe nîşan bide û nîşanê Amerîkayê bide ku têkiliyên stratejîk ên Tirkiye û Amerîkayê dikare têkevin nav metirsiyê."

    ‘PIRGIRÊKA KURD JI BO REJÎMA NÛ YA TIRKIYEYÊ XWEDIYÊ CIHEKÎ SEREKE YE'

    Erhan Keleşoglu bal kişand ser ku li gel aliyê polîtîkayên derve yê êrîşên Efrînê, aliye wê yê polîtîkayên navxweyî jî heye û wisa berdewam kir: "Di warê navxweyî de rejîmeke nû tê avakirin. Rejîmeke hîn otoriter, hîn neteweperest û mihafezkear. Di vî warî de operasyona Efrînê wezîfeya katalîzorekê dibîne. Dîsa ji bo rejîma niha tê avakirin, pirsgirêka kurd xwediyê cihekî sereke ye."

    ‘HSD JÎ LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ HEMLEYAN DIKE'

    Keleşoglu destnîşan kir ku li hemberî Tirkiyeyê, aliyê HSDê jî peywendiyên xwe yên bi aktorên cuda yên cîhanê re didomîne û got, "HSD li gel Rûsyayê, li gel Amerîkayê peywendiyên xwe yên dîplomatîk didomîne. Bazarkirinên wan jî berdewam dikin. Ji aliyekî ve gava Tirkiye hemleyekê dike, li hemberî wê HSD jî hemleyekê dike."

    ‘PIRSGIRÊKA KURD ÊDÎ TENÊ LI NAV TIRKIYEYÊ NIKARE WERE BIRÊVEBIRIN'

    Akademîsyen Keleşoglu di warê aliyê êrîşên li ser Efrînê de bal kişand ser rewşa herêmî jî û got, "Ji aliyê herêmî ve, ji aliyê polîtîkaya Sûriyeyê û rêvebirina pirsgirêka kurd ve tê dîtin ku pirsgirêka kurd êdî tenê li nav Tirkiyeyê nikare were birêvebirin. Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke herêmî. Ji aliyê Tirkiyeyê ve rêvebirina pirsgirêka kurd di heman demê de tê wateya rêvebirina pirsgirêkeke herêmî."

    ‘ARMANCA POLÎTÎKAYÊN DERVE YÊN TIRKIYEYÊ KURD IN'

    Erhan Keleşoglu derbirî ku armanca polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê kurd in û wisa lê zêde kir: "Di warê herêmî de astengkirina bihêzbûnê ya tevgera kurd, qutkirina we ya ji peywendiyên Amerîkayê, avêtina gavên ji bo vê yekê û ji bo dorpêçkirina tevgera kurd pêkanîna hevkariyên li gel Îran, Rûsya û Iraqê… Ev hemû armanca polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê ne."

    Bi heman mijarî:

    Balafirên Tirkiyeyê Racoya Efrînê bombebaran dikin
    Kanadayê banga Efrînê li Tirkiyê kir
    Ruptly dîmenên nexweşxaneya Efrînê weşandin
    ‘Tirkiye li Efrînê cîhadiyan li dijî kurdan dide şerkirin’
    'Tankên Almanyayê xwe li ber mercên Efrînê negirt'
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, Akademîsyenê tirk, HSD, Erhan Keleşoglu, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de